Gelê Tebqayê cenazeyê şehîd Fewaz oxir kirin

Di merasîma oxirkirina Endamê Hêzên Ewlehiya Hundirîn Fewaz Casim de, Hevseroka Meclîsa Rêveber a Rêveberiya Sivîl a Tebqayê Hind Elî da zanîn ku gelê Tebqayê meclîsa xayînan qebûl nakin. 

Gelê Tebqayê cenazeyê şehîd Fewaz oxir kirin
26 nîsan, 2018   15:30

TEBQA

Bi sedan şêniyên bajarê Tebqayê û gundewarên wê, beşdarî merasîma oxirkirina Endamê Hêzên Ewlehiya Hundirîn Fewaz Casim ku dema li ser erka xwe ya leşkerî bû şehîd bûye, bûn. 

Girseya gel cenazeyê şehîd ji nexweşxaneya Wetenî ya Tebqayê wergirtin û ber bi goristana şehîdan ve ketin rê. 

Li goristanê merasîma oxirkirinê bi deqeyek rêz û toraneke leşkerî dest pê kir. Piştre Hevseroka Komîteya Hundirîn a Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Tebqayê Kefaa Sincar axivî û soza şopandina riya cangoriyên azadiyê da. 

Hevseroka Meclîsa Rêveber a Tebqayê Hind Elî jî da zanîn ku gelê Tebqayê qebûl nakin ku meclîsa xayînan herêma Efrînê birêve bibe. Hind siyaseta guhertina demografiyê ku dewleta Tirk li Efrînê dide meşandin şermezar kir û şehîdên Qereçox bi bîr anîn. 

Di dawiyê de nasnameya şehîd hat xwendin, radestî malbata wî hat kirin û cenazeyê di nava dirûşmeyên ʺBi can bi xwîn em bi te re ne şehîdʺ hat veşartin. 

(mm)

ANHA