Şaredariya navçeya Rojhilat a Hesekê dest bi sererastkirina kenalîzasiyonan kir

Şardariya gel a navçeya Rojhilat a bajarê Hesekê dest bi sererastkirina toreyên kenalîzasiyonê yên taxa El-Ezîziyê kir.

Şaredariya navçeya Rojhilat a Hesekê dest bi sererastkirina kenalîzasiyonan kir
26 nîsan, 2018   12:22

ŞEVÎN HESEN – NISRÎN ELÎ / HESEKÊ

Piştî hilbijartinên Meclîsên Rêveberiya Herêmî bajarê Hesekê dabeşî  3`yê navçeyan bû, navçeya rojhilat, rojava û başûr û li her navçeyekê şaredariyek hate vekirin.

Şaredariya navçeya Rojhilat a bajarê Hesekê dest bi sererastkirina toreyên kenalîzasiyonê yên taxa El-Ezîziyê kir.

Di vê çarçoveyê de Hevseroka Şaredariya Gel a navçeya Rojhilat Delal Biro destnîşan kir ku ew bi hemû derfetên xwe xizmeta şêniyan bikin.

(bx)

ANHA