DAIŞ`ê gundên Kerkûkê dagir dike

Çeteyên DAIŞ'ê duh êvarê êrîş birin ser gundên herêma Heftexar ên navçeya Daqoq a Kerkûkê.

DAIŞ`ê gundên Kerkûkê dagir dike
26 nîsan, 2018   06:45

NAVENDA NÛÇEYAN

Çeteyên DAIŞ'ê duh danê êvarê êrîş birin ser gundên Avaya Mensûr û Dara yên herêma Heftexar ên navçeya Daqoq a li başûrê Kerkûkê. Çeteyên DAIŞ'ê ku gundên Avaye Ferix û Avaya yên navçeya Daqoqê beriya niha dagir kiribûn, gundê Avaya Mensur jî dagir kirin.

Çavkaniyên xwecihî gotin, çeteyên DAIŞ'ê piştî ku gund dagir kirin, li benda kontrolê û navenda ku Polîsên Federal ên Iraqê bi kar dianîn bi cih bûn, benda kontrolê danîn û derketina ji gund li gundiyan qedexe kirin.

Çeteyên DAIŞ'ê piştî ku gundê Avaya Mensur dagir kirin, berê xwe dan gundê Dara, di demeke kurt de ketin nava gund, lê belê hê gund bi temamî kontrol nekirine. Gundê Dara ku di navbera Daqoq û Xurmatû ye, tenê bi kîlometreyekê dûrî rêya Kerkûk-Bexdayê ye. Dagirkirina gundê Dara dibe ku bibe sedem rêya navbera Kerkûk-Bexda, Kerkûk-Tîkrît bê girtin.