ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 26-04-2018

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 26-04-2018
26 nîsan, 2018   04:00

*Qonaxa duyemîn a Berxwedana Serdemê ya şervanên YPG/YPJ'ê û gelê Efrînê dê were şopandin.

*Hemû çalakî, meş û xwepêşandanên ji bo piştgiriya berxwedana Efrînê û şermezarkirina êrîşên dewleta Tirk û çeteyên wê yên li Bakurê Sûriyê û cîhanê têne lidarxistin, wê werin şopandin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

*Şêniyên Kantona Kobanê serdana konê sersaxiyê yê 4 şervanên YPG/YPJʹê yên di Berxwedana Serdemê de şehîd bûne, dikin. Saet 10.00 (BI WÊNE Û DÎMEN)

*Komîteya Çandê ya Meclîsa navçeya Til Hemîsê ya Kantona Qamişlo mîhrecaneke çandî organîze dike. Saet 12.00 (BI WÊNE Û DÎMEN)

*Şandeya rojavayî ya ku serdana zanîngeha Rojava kir, ji ANHAʹyê re ragihandin ku zanîngeha Rojava tê wateya rojbûneke nû ji ber ku wekî zanîngehên din fikirê bîrokratîk esas nagire. (BI WÊNE Û DÎMEN)  

*Welatiyên taxa Şêxmeqsûd a Helebê diyar kirin ku di vê dema hesas de ku gelê Kurd bi komkujiyan re rû bi rû maye, pêwîste Kongreya Netewî di zûtirîn dem de were lidarxistin, da ku gelê kurd karibe dengê xwe bighîne hemû qadên navdewletî. (BI WÊNE Û DÎMEN)  

*Êzidî û Elewiyên Efrînê rastî kiryarên hovane yên Dewleta Tirk û çeteyên wê hatin. Li dijî wan tundî hate bikaranîn, bi darê zorê ji Efrînê hatin derxistin û mal û milkên wan hate talankirin. Êzidî û elewiyên Efrînê bê dengiya civaka navdewletî şermezar kirin. (BI WÊNE Û DÎMEN)  

*Dewleta Tirk a dagirker piştî Efrîn dagir kiriye, çeteyê bi navê Subhî Riziq ê di Efrînê de tevlîhevî dikir û ji bo istixbaratên Tirkiyê kar dikir, wekî Serokê Meclîsa Herêmî ya Navçeya Cindirêsê erkdar kiriye. (BI WÊNE Û DÎMEN)  

*Şêniyên Kantona Efrînê diyar kirin ku madem xayîn li Efrînê ne, ew venagerin û wiha gotin, ʺEm ê bi vîna xwe vegerin.ʺ (BI WÊNE Û DÎMEN)  

POLÎTÎKA

*Endamê Meclîsa Giştî ya Partiya Sûriyaya Pêşerojê Mihemed Hecî diyar kir ku armanca wan ji avakirina Partiya Sûriyaya Pêşerojê derbaskirina şaştî û kêmasiyên di salên derbasbûyî de hatin jiyankirin û avakirina Sûriya demokratîk ku mafê hemû kesî biparêze. (BI WÊNE Û DÎMEN)  

CÎHAN

*Li herêma Xezayê şerekî nû dest pê dike, gelo dê helwesta hêzên Îsraîlê ji welatiyên Filistînî yên ku sînor derbas kirî çibe. (BI WÊNE Û DÎMEN)  

CIVAK Û JIYAN  

*Desteya Tenduristiyê ya Kantona Kobanê navenda şûştina gurçikan vekir. (BI WÊNE Û DÎMEN)  

*Nexweşxaneya Kesra ya Dêrazorê bi derfetên xwe yên herî kêm, rojane pêşwaziya derdora 400 nexweşan dike. Endama Rêveber a Komîteya Tenduristiyê ya girêdayî Meclîsa Sivîl a Dêrazorê û welatiyên herêmê bang li rêxistinên mirovî yên navdewletî kirin ku destekê bidin  nexweşxaneya wan. (BI WÊNE Û DÎMEN)  

*Astengdariya zaroka 10 salî Hîba El-Sewas li ber wê nebû kelem û bi îradeya xwe hoybûna xwe pêk anî û didomîne. (BI WÊNE Û DÎMEN)  

*Cotkarên herêma Tebqayê ji ber kêmbûna asta ava Firatê ku ji aliyê dewleta Tirk ve hatiye girtin, derbarê çandiniya Pembo ku yek ji berhemên çandiniyê yên sereke li herêmê bi tirs in. (BI WÊNE Û DÎMEN)  

ANHA