Yekîtî: Divê NY komîteyên şopandinê bişîne Efrînê  

Partiya Yekîtî ya Demokratîk a Kurd li Sûriyê (Yekîtî) bang li Desteya NY û saziyên wê kir ku komîteyên şopandinê bişînin herêma Efrînê, da kiryarên dewleta Tirk ên kuştin, talankirin û hedefgirtina şûnwaran belge bikin. 

Yekîtî: Divê NY komîteyên şopandinê bişîne Efrînê  
25 nîsan, 2018   16:42

NAVENDA NÛÇEYAN

Partiya Yekîtî derbarê vê yekê de daxuyaniyek da û bang li ʺSekreterê Giştî yê Desteya NY Antonio Guterich, nûnerê NY li Sûriyeyê Stefan de Mistura, Komîteya Lêpirsînê ya Navneteweyî ya derbarê Sûriyê de, Meclîsa Mafên Mirovan a NY, Amerîka, Rûsya, YE, Çîn, Siûdî Erebistan, Misr, dewletên Ereb, rêxistinên Sûrî, navneteweyî û herêmî yên mafên mirovan, kir. 

Di daxuyaniyê de wiha hat gotin:

ʺKomên çete yên girêdayî dewleta Tirk bi bihaneya parastina ewlehiya Tirkiyeyê, êrîşî Kantona Efrînê kirin û herêm dagir kirin. Lê hikûmeta Enqereyê nikare yek destwerdana ji aliyê herêma Efrînê de li ser axa Tirkiyeyê tesbît bike. 

Dagirkeriya Tirk bi hezaran sivîl (di nav de zarok, jin, kal) kuştin û revandin. Her wiha gelek malên sivîlan, nexweşxane, mizgeft, dibistan, stasyona avê û şûnwaran rûxandin.  

Ji ber êrîşan derdora 200 hezar sivîlên Kantona Efrînê koçber bûn û li gundewarên Helebê ji ber tunebûna pêdiviyên jiyanî rewşeke dijwar dijîn. Her wiha ji ber tunebûna dermanan gelek zarok û kalan jiyana xwe ji dest dan. Hikûmeta Sûriyeyê jî destûr nade ku gel biçe bajarê Helebê. 

Li Kantona Efrînê artêşa Tirk û çeteyên wê mal û dikanên gel talan dikin. Çete her wiha welatiyan direvînin û ji bo serbestberdana wan pereyan dixwazin. 

Her wiha dagirkeriya Tirk demografya herêmê diguhere û malbatên ji Xûta û kampên Ezaz û Idlibê li wir bi cih dike. 

Çete dema derbasî bajarê Efrînê bûn peykerê Kawayê Hesinkar ku sembola têkoşîna li dijî zulmê ye, rûxandin. Her wiha navên saziyan ji Kurdî veguherandin Tirkî. 

Artêşa Tirk û çeteyên wê her wiha gelek ciwanên Efrînê û kameravana bi navê Dilşan Qereçol revandin û çarenûsa wan ne diyar e. 

Li aliyekî din jî xebatên aborî, çandinî û pîşesaziyê, her wiha kargehên Bêrîn, Sabûn û cilan  hatin rawestandin. Gelek darên zeytûnan ên herêmê ziyan dîtin. 

Li herêmê ji ber kêmbûna kadroyê tenduristiyê û girtina nexweşxaneyan, rewşa tenduristî ya şêniyên herêmê xerab e.

 

 

Dibistanên herêma Efrînê, zanîngeh û peymangehên mûzîkê hatin rawestandin û zarok ji mafê xwendinê bêpar man.    

Li gorî belge û çavkaniyên herêmî, gelê Efrînê di bin dagirkeriya Tirk de di xetereyeke mezin de ne. Her wiha jiyana welatiyên ku koçî Şehbayê, Til Rifet, Dêr Cemal, bajarokên Nibul, Zehra, gundên girê Semanê jî nebaşe.

Wek partiya Yekîtî, em bang li Desteya NY  û saziyên wê dikin klu komîteyên xwe bişîne Efrînê da kiryarên dagirkeriya Tirk ên kuştin, talankirin û revandinê belge bikin. Her wiha zextê li ser hikûmeta Tirk bikin van kiryarên hovane rawestîne.  

Girîngtirîn zagonên navneteweyî yên li lîsteya Lahay, hevpeymana Cinêv-4 û zagona navnetweyî ya mirovî ev in: 

*Divê dagirker li hember zagonên navneteweyî rêzdar bin. 

*Divê hêzên dagirker rêxistin û ewlehiya herêman misoger bikin. 

*Divê hêzên dagirker madeyên xwarin û dermanan ji welatiyên ketî bin dagirkeriyê de, peyda bikin. 

*Divê welatî bi darê zorê ji bo xizmeta hêzên dagirker neyên bikaranîn. 

*Divê welatiyên girêdayî hêzên dagirker, li herêmên dagirkirî neyên bicihkirin. 

*Divê mal û milkên gel neyên talankirin û rûxandin.   

*Divê destûr were dayîn ku endamên Tevgera Xaça Sor a navneteweyî û Heyva Sor ku karê xwe bikin.ʺ  

(mm)

ANHA