Şehîdên Qereçoxê li cihê şehadetbûna wan hatin bibîranîn

Bi hezaran ji pêkhateyên herêma Cizîrê û Şengalê şehîdên êrîşa 25`ê Nîsanê li Çiyayê Qereçoxê bi bîr anîn.

Şehîdên Qereçoxê li cihê şehadetbûna wan hatin bibîranîn
Şehîdên Qereçoxê li cihê şehadetbûna wan hatin bibîranîn
Şehîdên Qereçoxê li cihê şehadetbûna wan hatin bibîranîn
Şehîdên Qereçoxê li cihê şehadetbûna wan hatin bibîranîn
Şehîdên Qereçoxê li cihê şehadetbûna wan hatin bibîranîn
Şehîdên Qereçoxê li cihê şehadetbûna wan hatin bibîranîn
25 nîsan, 2018   12:12

QAMIŞLO

Balafirên şer ên dewleta Tirk a dagirker di 25`ê Nîsana 2017`an de Çiyayê Qereçoxê yê girêdayî herêma Dêrikê bombebaran kir. Di encamê de, endamên raghandina YPG`ê di nav de 18 şervanênYPG û YPJ`ê şehîd bûn.

Ji bo bîranîna cangoriyên Qereçoxê, îro bi hezaran ji pêkhateyên herêma Cizîrê û Şengalê berê xwe dane Çiyayê Qereçoxê û êrîşên dagirkeriya Tirk li ser Qereçoxê û tevahiya Bakurê Sûriyê şermezar kirin.

Merasîm bi toraneke leşkerî ji aliyê şervanên YPG, YPJ û Hêzên Erka Xweparastinê ve hate destpêkirin. Paşê, ji fermandarên YPJ`ê Zeyneb Efrîn axivî û wiha pê de çû,ʺÊrîşa li dijî Qereçox li dijî ruhê biratiya gelan li Bakurê Sûriyê û li dijî projeya çareseriyê ku pêkhateyên Bakurê Sûriyê pêşkeş kir.ʺ

Zeyneb da zanîn ku dewleta Tirk ji bo zextê li ser çeteyên DAIŞ`ê li bajarê Reqayê ku ji aliyê şervanên QSD`ê ve hatibûn dorpêçkirin, êrîşî Qereçoxê kir.

Zeyneb tekez kir ku berxwedana ku li dijî DAIŞ`ê hate destpêkirin, wê bi bersivdayîna êrîşên dewleta Tirk li ser tevahiya Rojava û Bakurê Sûriyê tacîdar be.  Zeyneb Efrînî got ku armanca dewleta Tirk têkbirina şoreşa Rojava ye û şikandina îradeya gelan e.

Zeyneb di dawiya axaftina xwe de, soza şopandina rêya şehîdan nû kir.

Bi navê Kongreya Star jî Perwîn Mihemed Emîn axivî û tekez kir  ku wê gelên Bakurê Sûriyê destkeftiyên ku bi saya fikren Netewa Demokratîk bidest xistine biparêze.

Herwiha bi navê Meclîsa Şengalê li Ewropa, Meclîsa Malbatên Şehîdan a herêma Dêrikê û Kurdistaniyên li Ewropayê axaftin hatin kirin û êrîşên dagirkeriya Tirk hatin şermezarkirin û ji civaka navneteweyî hate xwestin ku sînorekî ji kiryarên dewleta Tirk li Sûriyê deyîne.

Piştî merasîman, gel tevî hêzên leşkerî berê xwe dane Goristana Ş.Xebat Dêrik.

(kc)

ANHA