DAIŞ’ê li Kerkûk û Diyala êrîş pêk anî

Çeteyên DAIŞ’ê li sînorê Kerkûk û Diyala êrîşê hêzên Iraqê kir. Di êrîşê de fermandarek ê hêzên Heşdî Sunniyan hate kuştin û 5 çekdar jî birîndar bûn.

DAIŞ’ê li Kerkûk û Diyala êrîş pêk anî
25 nîsan, 2018   06:55

NAVENDA NÛÇEYAN

Şevê din çeteyên DAIŞ’ê êrîşê hêzên Heşdî Sunne li gundê Newaflî ê girêdayî bajarokê Reşad ser bi navçeya Hewîce li parêzgeha Kerkûkê kirin. Di êrîşê de fermandarek hêzên Heşdî Sunne bi navê Osame Ebuşiwarb kuştin û 5 çekdar jî birîndar kirin.

Her wiha saet 22:00’ê li Taxa Tiseînî ya bajarê Kerkûkê li nêzî baregeha Eniya Efay a Tirkmenan bombek deng hate teqandin. Bombe di dema 2 namzetên lîsteya Tirkmend ketin di buroya hilbijartinê de hate teqandin.

Her şevê din çeteyên DAIŞ’ê êrîşê nuqteyek leşkerî ya artêşa Iraqê li gundê Husêney nêzî bajarokê Gulale ya girêdayî parêzgeha Diyala kirin û nêzî 45 deqeyan di navbera hêzên Iraq û çeteyên DAIŞ’ê de şer derket. Hêzên Iraqê êrîşa çeteyên DAIŞ’ê şikandin û çete paşda vekişiyan.

Çeteyên DAIŞ’ê bi çekên giran li nuqteya leşkerên artêşa Iraqê dan. Têkildarî kuştî û birîndaran ti agahiyek nehate girtin.