Welatiyên Efrînê: Wê Efrîn serbikeve û em ê vegerin warê xwe

Welatiyên Efrînê yên di kampa Serdem a herêma Şehbayê de dimîn diyar kirin ku rêxistinên alîkariyên mirovî alîkariya wan nakin û destnîşan kirin ku ew bawer dikin ku dê Efrîn serbikeve û wê vegerin malên xwe.

Welatiyên Efrînê: Wê Efrîn serbikeve û em ê vegerin warê xwe
25 nîsan, 2018   06:31

HENAN MIHEMED-SÎMAV XELÎL / ŞEHBA

Welatiyên Efrînê yên di kampa Serdem a li gundê Siwêsîn a herêma Şehbayê de dimîne derbarê rewşa xwe ji ajansa me re axivîn û xemsariyên rêxistinên navdewletî ya beranberî alîkariya bi wan re şermezar kirin.

Welatiyên bi navê Enwer Mihemed ê ji gundê Şîtka ya girêdayî navçeya Mabta ya Efrînê derbarê mijarê ev tişt anî ziman: "Êrîşa dewleta Tirk û çeteyên wê em neçar kirin ku em dest ji malên xwe berdin. Destpêkê me berê xwe da navenda bajar, lê ji wir jî Artêşa Tirk û çeteyên xwe êrîşên xwe dewam kir. Lewma em neçar man ji wir jî derkevin û me berê xwe da navçeya Şêrawa."

Mihemed, di berdewama axaftina xwe de jî got ku paşê wan berê xwe da gundê Yabinis a navçeya Fafînê ya kantona Şehbayê û wiha dom kir: "Ji ber ku çeteyên DAIŞ'ê gund berê ruxandibûn, me berê xwe da kampa Serdemê. Li vir Heyva Sor a Kurd alîkariyên pêwîst ji me re pêşkêş kirin."

Enwer Mihemed di dawiya axaftina xwe de jî bang li rêxistinên navdewletî û yên mafê mirovan kir ku destwerdanê bikin da ku zextê li dewleta Tirk bikin ku ew vegerin warê xwe.

Welatiyê bi navê Şêx Mihemed Elî yê ji eşîreya Şêxanî jî derbarê mijarê de ev tişt anî ziman: "Me li dijî êrîşên dewleta Tirk a dagirker liber xwe da. Me qebûl ne kir ji bajarê xwe derkev in. Lê dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yekser welatiyên sivîl hedef girtin. Lewma em neçar bûn ku me berê xwe da kampa Serdem."

Şêx Mihemed Elî di dawiya axaftina xwe de jî got ku wê Efrîn serkeve û ew ê vegerin Efrînê.

Jina bi navê Zelîxe Elî yaji eşîreya Şêxanî jî derbarê mijarê ev tişt anî ziman: "Çiyayê Kumênc a kurdane, ne ji mafê dewleta Tirk a dagirker ku dagir bike û demografiya wê bide guhertin. Bi çi heqî welatiyên ji Xûta û Dûma li wir bi cih dikin. Kiryarên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê heman kiriyarên çeteyên DAIŞ'ê ne. ew jî jinan direvîn in, welatiyan qetil dikin, mal û milkên welatiyan talan dikin."

Zelîxe di dawiya axaftina xwe de li ser bê dengiya civaka navdewletî jî pirsyar kir û ev tişt anî ziman: "Çima heta niha bê deng in. Divê rêxistinên navdewletî û saziyên mafê mirovan li dijî kiryarên dewleta Tirk û çeteyên wê helwest nîşan bidin û di zûtirîn dem de malbatên çeteyan ji malên me derbixin."

(dc)

ANHA