Rastiya çeteyên di meclîsa xayînan de cih digirin ev e!

Çeteyên bi navê Hesen Şindî ku berdevkê Meclîsa dagirker a piştî dagirkeriya Efrînê hate avakirin e, cihê xwe di pêkanîna 2 teqînên Efrînê de girt. Çeteyê bi navê Fadil Horo ku endamê PDK'ê ye jî dema artêşa Tirk a dagirker Efrînê dagir kir, alîkariya çeteyan dikir. Ev yek jî nîşan dide ku PDK'ê alîkariya dagirkeran kiriye.

Rastiya çeteyên di meclîsa xayînan de cih digirin ev e!
Rastiya çeteyên di meclîsa xayînan de cih digirin ev e!
Rastiya çeteyên di meclîsa xayînan de cih digirin ev e!
Rastiya çeteyên di meclîsa xayînan de cih digirin ev e!
Rastiya çeteyên di meclîsa xayînan de cih digirin ev e!
Rastiya çeteyên di meclîsa xayînan de cih digirin ev e!
25 nîsan, 2018   05:54

EFRÎN

Piştî Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê Efrîn dagirkirin, meclîsek li bajarê Dîlokê ya Bakurê Kurdistanê di bin navê rêveberiya Efrînê de ava kirin. Di nava maclîsa wan de hin çeteyên kurd ên bi MÎT'ê ve girêdayî hene. Îdîa dikin ku ew meclîs wê Efrîn bi rêve bibe.

Welatiyên Efrînê meclîsa navborî wekî "Meclîsa Xayîn" pênase kirin û diyar kirin ku ew ê tu carî wê meclîsê qebûl nekin.

Agahî û belgeyên derbarê rêveberiya dagirkeran ji Efrînê re diyar bûne, tekez dikin ku ew meclîs bi rastî ji kesên xayîn ên welatê xwe firotine û destê wan di qetilkirina welatiyên herêmê de heye, pêk tê.

Hesen Şindî ji gundê Memela ya li ser sînorê Bakurê Kurdistanê ye. Berdevkê Meclîsa behsa mijarê ku ji aliyê Tirkiyê ve hatiye avakirin, ew bi xwe yek ji çeteyên ku destê wan di qetilkirina şêniyên bajarê xwe de hene. Şêniyên Efrînê wesifa ku ew ji kurdayetiyê hatiye şuştin pênase kirin.

Piştî Şoreşa 19'ê Tîrmehê çeteyê bi navê Hesen Şindî tevî malbata xwe çû Tirkiyê, li wir karê çetetî dikir û li dijî gelê xwe îxanet dikir.

Şindî di hin dezgehên çepemeniyê wekî Rûdaw û Orient derdiket û digot ku ew ê wê vegerîn in. Çavkaniyên me yên taybet tekez kirin ku Şindî ji aliyê MÎT'ê ve hatiye perwedekirin da ku komkujiyan li Efrînê pêk bîne.

Di sala 2014'an de Hesen Şindî teqînek li ber navenda Ajansa me (ANHA) û Rojnameya Ronahî yên li Efrînê pêk anî. Di encama teqînê de ziyanên madî pêk hat.

Di heman sale de Şindî teqînek li ber avahiya Saziya Civaka Sivîl a Efrînê pêk anî, di encamê de jinek di nav de 4 welatiyên sivîl jiyana xwe ji dest dan, yek birîndar bû. Di encama lêpirsînê de diyar bû ku Hesen Şindî li pişt bûyerê ye. Piştî ferman ji dewleta Tirk girt, teqîn pêk anî.

Çeteyê bi navê Fadil Horo  ji gundê Belalîko yê navçeya Racoyê ye, Horo endamê rêveber ê PDK'ê ye, îro jî bi dagirkeriya Tirkiyê re cihê xwe di meclîsa qaşo ji bo rêveberina Efrînê de digre, ev yek jî nîşan dide ku têkiliya endamên PDK bi dagirkeriya Tirk re xurt e.

Di belgeyên ku ajansa me bi dest xistin de diyar bû ku endamên malbata Horo yên di nava PDK'ê ya di nava ENKS'ê de çeten e û li pey berhevkirin pereyan de digerin.

Mihemed Fadil Horo li zaningehên dewleta Tirk xwend, piştre berê xwe da Lîbiya û li wir di saziyeke Tirkan de kar kir. Li wir karê istixbaratî dikir û tevgera alîgirên PKK'ê di salên 90'yî de dişopand. Piştre vegeriya Sûriyê

Bi destpêkirina Şoreşa 19'ê Tîrmehê re Horo careke din vegeriya Tirkiyê û ket xizmeta wan. Li dijî tevgera kurdî ya li Rojava û bi taybet Efrînê tevdigeriya.

(dc)

ANHA