Erebeya hêzên Ewlehiya Hundirîn a Minbicê rastî êrîşekê hat

Navenda Ragihandina Hêzên Ewlehiya Hundirîn a Minbicê diyar kir ku erebeyeke dewriyan a hêzên wan rastî êrîşa çeteyan hat û got ku endamên wan bi sivikî birîndar bûn.e

Erebeya hêzên Ewlehiya Hundirîn a Minbicê rastî êrîşekê hat
24 nîsan, 2018   14:04

MINBIC

Navenda Ragihandina Hêzên Ewlehiya Hundirîn a Minbicê daxuuyaniyek da û  wiha got,

ʺŞevê din saet di 23ʹyan de erebeyeke dewriyan a Hêzên Ewlehiya Hundirîn dema li ser bendên kontrolê digeriya, rastî êrîşa çeteyan hat. Di encamê de Endamên me bi sivikî birîndar bûn, li nexweşxaneyê tên dermankirin û rewşa wan başe.

Em soz didin gelê Minbicê ku em ê destkeftiyên gelên Kurd, Ereb, Suryan, Çerkes  û Tirkmen biparêzin û şopdarên riya şehîdên azadiyê bin.  

(mm)