Li Efrînê dizî û talankirin zêde bûye

Çavkaniyeke herêmî ji Kantona Efrînê destnîşan kirin ku piştî daxuyaniyên dagirkeriya Tirk a ʺku dê mal û milkên şêniyên Efrînê li wan vegerîninʺ li herêmê kiryarên dizî û talankirinê zêde bûne. Çete gefan li şêniyan ku daxwaza mal û milkên xwe yên hatî dizîn dikin, dixwin.

Li Efrînê dizî û talankirin zêde bûye
24 nîsan, 2018   13:43

HOGIR NECAR/EFRÎN 

Di dîmeneke ku belav bûye de, diyar dibe ku çawa çeteyên koma bi navê El-Hemzat ên girêdayî artêşa Tirk a dagirker alavên malekê li taxa Mehmûdiyê ya bajarê Efrînê didizin. 

Dîmen ji aliyê çalakvanekî ve di 15ʹê Nîsana 2018ʹan ve hate kişandin lê wî nikarîbû ku vê dîmenê belav bike.  

Di hin malperan de jî nûçe hatin belavkirin û hat xuyakirin ku çete bi roj kiryarên diziyê pir eşkere û berfireh didin meşandin.

Çavkaniyeke din jî diyar kir ku şêniyên herêmê ji tirsa nikarin kiryarên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê parve bikin.

Her wiha hin çavkaniyên din jî destnîşan kirin ku piştî ku dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê diyar kirin ku  wê mal û milkên welatiyan li wan vegerînin, dizî û talankirin zêde bûye. Şêniyan diyar kirin ku dema ew daxwaza mal û milkên xwe yên hatî dizîn dikin, ji aliyê artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê ve rastî gefan tên.

Her wiha li gorî hin çavkaniyan, dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê tenê xwe li ber dezgehên çapemeniyê diyar dikin ku ew parastina sivîlan û mal û milkên wan dikin, lê ev yek ji rastiyê pir dûre.

(bx/mm)

ANHA