ʹDivê hêzên demokratîk piştgiriyê bidin gelên azadîxwazʹ

Emîne Umer got ku dewleta Tirk gelên Kurd, Suryan, Ereb, Êzidî, Aşûrî û Ermen di gelek komkujiyan re derbas kirin û siyaseta qirkirina gelan da meşandin. Emîne bang li hêzên demokratîk kir ku piştgiriyê bidin gelên azadîxwaz.

ʹDivê hêzên demokratîk piştgiriyê bidin gelên azadîxwazʹ
24 nîsan, 2018   13:28

QAMIŞLO

Seroka Desteya Jinê ya Kantona Cizîrê Emîne Umer li civîna ku di bin dirûşmeya ʺNeteweya demokratîk misogeriya sînordarkirina qirkirinan eʺ de semînera dawî da. 

Emîne di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser parçebûna siyasî ya Rojhilata Navîn û wiha got, ʺDewleta Tirk a dagirker derfet nade ku gelê Rojhilata Navîn jiyaneke hevbeş bijîn û siyaseta qirkirinê li dijî tevahî gelên herêmê dide meşandin. Armanca ji vê yekê ew e ku Tirkiye desthilatdariya xwe li ser herêmê ferz bike.ʺ

Emîne destnîşan kir ku di rewşa ku herêm têre derbas dibe de pêwîstî bi bilindkirina têkoşînê heye û wiha domand, ʺBerxwedana gelê Kurd li dijî zulm û siyasetên qirkirinê reflekseke xwezayî li dijî kiryarên ne mirovî. Ev yek dide xuyakirin ku gelê Kurd bi hebûn û nasnameya xwe ve girêdayî ye.ʺ

Emîne anî ziman ku gelê Kurd li Rojava-Bakurê Sûriyê şoreşa demokrasiyê û jinûve vejînkirina çanda gelan li dar xist. Her wiha diyar kir ku Rêveberiya Xweseriya Demokratîk tecrûbeya yekem a ku gelên herêmê birêxistin kirin û da zanîn ku ev projeya herî guncaw ji bo gelên Rojhilata Navîn e.

Emîne di berdewama axaftina xwe de diyar kir ku dewleta Tirk gelên Kurd, Ereb, Suryan, Ermen, Êzidî û Aşûr di komkujiyan re derbas kirin û siyaseta qirkirina çandî li dijî gelan da meşandin. Emîne wiha bal kişand ser hovîtiya dagirkeriya Tirk li dijî Kantona Efrînê, ʺDagirkeriya Tirk kiryarên kuştin, talankirin, guhertina demografiyê, destdirêjiya li ser cenazeyên jinên Kurd ên ku parastina welatê xwe kirin û koçberkirina bi darê zorê li dijî gelê Efrînê dan meşandin. Armanca ji vê yekê qirkirina çanda herêmê ye.ʺ 

Emîne bang li tevahî rêxistinên hiqûqî û mirovî kir ku hesab ji dewleta Tirk a dagirker bixwazin. Her wiha bang li jinên Rojava-Bakurê Sûriyê kir ku destkeftiyên şoreşê biparêzin û asta têkoşînê bilind bikin. Li aliyekî din jî Emîne bang li tevahî hêzên demokratîk kir ku piştgiriyê bidin gelên azadîxwaz û projeya biratiya gelan biparêzin.

Civîn bi girtina nêrînên beşdaran derbarê siyasetên dewleta Tirk de û bal hat kişandin ser girîngiya hevgirtina gelan li dijî siyasetên dewleta Tirk a dagirker.

(mm)

ANHA