239 ciwanên Dêrazorê tevlî QSD‘ê bûn

239 ciwanên Dêrazorê piştî dewreya perwerdeyê qedandin tevlî nava refên QSD‘ê bûn.

239 ciwanên Dêrazorê tevlî QSD‘ê bûn
239 ciwanên Dêrazorê tevlî QSD‘ê bûn
239 ciwanên Dêrazorê tevlî QSD‘ê bûn
24 nîsan, 2018   12:40

KOBANÊ

Li Akademiya QSD‘ê ya "Şehîd Feysel Ebû Leyla 20 roj berê, ji bo 239 ciwanên Dêrazorê yên ku dixwest tevlî QSD‘ê bibin, dewreyeke perwerdeyê bi navê "Şehîd Zinar Serêkaniyê" hate vekirin.

Di dewreya perewrdeyê de waneyên bîrdozî û leşkerî hatin dayîn.

Bi armanca qedandina dewreyê merasîmek hate lidarxistin.

Hejmareke ji fermandarên QSD‘ê şêniyên kantona Kobanê, beşdarî merasîmê bidawbûna perwerdeyê bûn.

Merasîm bi turaneke leşkerî dest pê kir. Ji fermandarên QSD‘ê Zap Qeremox axivî û bidawîbûna perwerdeyê li şervanan pîroz kir û erka wan a di şerê terorê de destnîşan kir.

Qeremox, ji şervanan xwest ku erka xwe ya parastina welat ji êrîşan bi cih bînin û xeta hevalên xwe yên şehîd bidomînin.

Piştre, şervanên sonda leşkerî xwarin ku ew ê bê teredud welatên xwe biparêzinê.

(bb)

ANHA