Sersaxê ji malbata şehîd Diyar re hate xwestin

Bi sedan şêniyên bajarê Qamişlo serdana konê sersaxiyê yê şehîd Diyar El-Şermox ku li  bajaroka Şedadê şehîd bûbû, kirin û sersaxî ji malbata wî re xwestin.

Sersaxê ji malbata şehîd Diyar re hate xwestin
24 nîsan, 2018   12:40

QAMIŞLO

Meclîsa Malbatên Şehîdan  konê sersaxiyê li ber mala şehîd Diyar li taxa Hilko ya bajarê Qamişlo veda. Konê sersaxiyê bi wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, wêneyên şehîdan û al û sembolên kurdî hate xemlandin.

Bi sedan şêniyên bajarê Qamişlo, saziyên civaka sivîl û şervanên YPG û YPJ`ê serdana konê sersaxiyê kirin û sersaxî ji malbata şehîd Diyar re xwestin.

Merasîma sersaxiyê bi rêzgirtinê destpê kir. Paşê, bi navê Meclîsa Malbatên Şehîdan Îsa Qertimînî, bi navê Meclîsa Taxa El-Kornîş Hecî Reşîd û Fermandarê YPG`ê Mustefa Qamişlo axaftin hate kirin.

Di axaftinan de hate gotin ku, şehîd Diyar tevlî gelek qadên şer bibû û Êla El-Şermox gelek ciwan di oxira welat de dan.

Di dawiya axaftinan de, soza şopandina rêya şehîdan hate nûkirin.

Merasîm bi dirûşmeyên dilsoziya bi şehîdan re bi dawî bû.

(kc)

ANHA