Pêkhateyên Serêkaniyê qurbaniyên qirkirina Ermen bi bîr anîn

Li Serêkaniyê qirkirina di sala 1915’an de a li ser gelê Ermen hate şermezarkirin û qurbaniyên wê hatin bi bîranîn. 

Pêkhateyên Serêkaniyê qurbaniyên qirkirina Ermen bi bîr anîn
Pêkhateyên Serêkaniyê qurbaniyên qirkirina Ermen bi bîr anîn
Pêkhateyên Serêkaniyê qurbaniyên qirkirina Ermen bi bîr anîn
Pêkhateyên Serêkaniyê qurbaniyên qirkirina Ermen bi bîr anîn
Pêkhateyên Serêkaniyê qurbaniyên qirkirina Ermen bi bîr anîn
24 nîsan, 2018   12:19

HESEKÊ

Li herêma Serêkaniyê ya kantona Hesekê, bi boneya salvegera 103‘ yemîn a qirkirina li ser gelê Ermen a ku bi destê Osmaniyan pêk hatibû, îro bi amadebûna bi dehan welatiyên bajêr Serêkaniyê bi hemû pêkhateyên wê, saziyên civaka sivîl û hezên leşkerî merasîmeke pêk hat.

Merasîm li dêra Orthodox a Ermenan hate li darxistin.

Merasîm bi deqeyeke rêzgirtin û sirûda netewî ya Ermenan dest pê kir, piştire li sere navê ermeniyan Virêc Kîşîşiyan bi xêrhatina hemû kesên ku beşdarî merasîmê bûne, kir.

Li ser navê Ermeniyên bajarê Serêkaniyê Vêrjîn Cibaîl Sandî jî axivî û got, "Em îro li vir civiyane da ku qurbaniyên komkujiya derheqê Ermeniyan ku Osmaniyan beriya 103 salan pêk anî bûn bi bîr bînin. Di encamê vê komkujiyê de mîlyon û nîv Ermenî hatin qetilkirin. Lê heta niha tu kes qala qirkirinê nake. Dewleta Tirk ango neviyên Osmaniyan li Efrînê sînaryoya komkujiyê li Efrînê dubare dike."

Di berdewama merasîmê de, bi navê Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Bekir Îso qirkirina derheqê Ermen de şermezar kir û destnîşan kir ku komkujiya pêk hatî, encamên zihniyeta faşîzim a dewleta Osmanî ye.

Bekir Îsao, her wiha da zanîn ku komkujiya beriya 103 salan a li dijî Ermen hatî kirin, îro li dijî Kurdan dûbare dibe.

Bekir Îso li dijî her polîtîkeyên qirkirinê banga hevgirtinê û xwedîderketina li felsefeya Neteweya Demokratîk kir.

Li ser navê Saziya Zimanê Kurdî Bêrîvan Emîn jî komkujiya li dijî Ermen şermezar kir û qurbaniyên komkuiyê bi bîr anî û got, "Em li vir kom bûne da ku qurbaniyên komkujiya Ermen bi bîr bînin, ji ber ku êşa  me yek û dijminê me yek e"

(bb)

ANHA