Xilo: Dewleta Tirk ol û pêkhateyan li gorî berjewendiyên xwe bi kar tîne

Hekem Xilo da zanîn ku dewleta Tirk ol û pêkhateyan li gorî berjwendiyên xwe bi kar tîne, da ku qirkirinê li dijî gelên herêmê bide meşandin.

Xilo: Dewleta Tirk ol û pêkhateyan li gorî berjewendiyên xwe bi kar tîne
24 nîsan, 2018   12:03

QAMIŞLO

Di berdwamiya Platforma Danûstandinê ya li navçeya Amûdê de, Hevserokê Meclîsa Zagonsaz a Kantona Cizîrê Hekim Xilo derbarê polîtîkeyên dewleta Tirk derheqê gelê Kurd de axivî û da zanîn ku Kemal Etatork piştî ku gelê herêmê ji hev xist, dewleta Tirk li ser bermahiyên dewleta Osmanî ava kir û ji wê demê de Kurd rastî siyasetên nîjdaperestî tên.

Hekem Xilo komkujiyên ku dewleta Tirk derheqê gelê Kurd kiriye, mîna komkujiya Botan 1846, komkujiya Dêrsim, Geliyê Zîlan û hwd bi bîr anîn.

Xilo destnîşan kir ku dema AKP`ê li Tirkiyê bû desthildar, mîrasa Osmaniyan a qirkirin û wêrankirin dewam kir û destek da hêzên terorîst ên wekî DAIŞ, El-Nusra û El-Zinkî.

Hekem got ku dewleta Tirk ol û netewe li gorî berjwendiyên xwe bi kar anî da ku siyaseta qirkirinê li dijî gelên herêmê bide meşandin û wiha pê de çû,ʺDewleta Tirk destek da DAIŞ da  ku Kobanê dagir bike û herwiha li hemû herêmên din jî destek da DAIŞ`ê.ʺ

Hevserokê Meclîsa Zagonsaz Hekem Xilo anî ziman ku çanda Osmaniya ya kevin û Osmaniya nû ya bi serkêşiya Erdogan li ser esasê fitne û kînê hatiye çêkirin û li dijî jiyana hevbeş  û biratiya gelan e.

Di dawiya axaftina xwe de, Hekem Xilo ev tişt got,ʺSûriyê di rewşeke dîrokî û hesas re derbas dibe, pêwîste em nirxên jiyana hevbeş di nava hev de zêde belav bikin û Sûriyeke li ser esasê nirxên wekhev ava bikin.ʺ

Platform dewam dike. Tê payîn Seroka Desteya Jinê ya Kantona Cizîrê Emîne Umer derbarê çaşreseriyên ji bo seknadina li hemberî dewleta Tirk a dagirker.

(kc)

ANHA