Cenazeyê şehîd Ehmed bi merasîmeke bi heybet hat oxirkirin

Gelê Tebqayê bi merasîmeke bi heybet cenazeyê şervanê QSDʹê Ehmed Ebdulkerîm Ibrahîm (Ebû Rîş) ku di Hemleya Rizgarkirina Reqayê de birîndar bûbû, oxir kirin.

Cenazeyê şehîd Ehmed bi merasîmeke bi heybet hat oxirkirin
Cenazeyê şehîd Ehmed bi merasîmeke bi heybet hat oxirkirin
Cenazeyê şehîd Ehmed bi merasîmeke bi heybet hat oxirkirin
Cenazeyê şehîd Ehmed bi merasîmeke bi heybet hat oxirkirin
Cenazeyê şehîd Ehmed bi merasîmeke bi heybet hat oxirkirin
Cenazeyê şehîd Ehmed bi merasîmeke bi heybet hat oxirkirin
23 nîsan, 2018   16:05

TEBQA

Girseya gel, şervanên QSDʹê û endamên saziyên rêveberiya sivîl a Tebqayê cenazeyê şehîd wergirtin û ber bi goristana şehîdan ve ketin rê.  

Li goristanê merasîma oxirkirinê bi deqeyek rêz û toraneke leşkerî dest pê kir. Piştre Fermandarê QSDʹê Omîd Gabar axivî, sersaxî ji tevahî malbatên cangoriyan re xwest û wiha got, ʺEm bi şervanên xwe yên ji bo azadiya gelê xwe şehîd dibin, serbilind in. xwîna şehîdan yekîtiya gelan ava kir û hebûna me di qadên navneteweyî de îsbat kir.ʺ

 Endamê Meclîsa Lihevanîna Êlan a Tebqayê Ehmed Hisên jî bal kişand ser siyaseta dagirkeriya Tirk a guhertina demografiya Efrînê û bicihkirina malbatên çeteyên DAIŞ û Nusra li şûna gelê Efrînê. 

Her wiha Endamê Rêveberiya Saziya Karûbarên Olî Ednan Ilêwî jî bang  li ciwanan kir ku şopdarên riya şehîdên xwe bin heta tevahî axa Sûriyê were rizgarkirin. 

Di dawiyê de nasnameya şehîd hat xwendin, nimêja cenaze hat kirin û cenazeyê şehîd di nava dirûşmeya ʺŞehîd namirinʺ de hat veşartin. 

(mm)

ANHA