DAIŞ'ê gef li hilbijartinên Iraqê xwar

Çeteyên DAIŞ'ê gef li hilbijartinên Iraqê xwarin û gotin, ku wê êrîşê bibin ser navendên hilbijartinê û dengdêran.

DAIŞ'ê gef li hilbijartinên Iraqê xwar
23 nîsan, 2018   11:59

NAVENDA NÛÇEYAN

Berdevkê DAIŞ'ê Ebû Hesen El Mûhacirîn, roja Yekşemê bi rêya Telegramê qeyda deng a ji 48 xulekan weşand. Di qeyda deng de El Mûhacirîn gefê li hilbijartinên Iraqê dixwe ku wê 12'ê Gulanê bên kirin û dibêje, "Bila sunnî xwe ji navendên hilbijartinê vegirin. Navendên hilbijartinan û yên tê de wê bibin armanca me."

Di rojnameya DAIŞ'ê ya heftane de ku bi navê Al-Naba tê weşandin roja 20'ê Nîsanê jî gefeke bi vî rengî hatibû xwarin. Di rojnameya Al-Naba de hatibû diyarkirin ku çi namzet, çi rayedar, çi jî hilbijêr, her kesê di hilbijartinê de cih bigire wê weke dijmin bên dîtin.

Di peyamê de êrîşa DYA, Fransa û Îngilîstanê ya li Sûriyeyê hate bibîrxistin û tevî ku DYA hate rexnekirin ji milîtanên DAIŞ'ê hate xwestin ku bala xwe bidin ser Rûsya û Îranê. Di peyamê de hate gotin, "Di cîhadê de em di qonaxeke diyarker de ne."

Ji Îlona 2017'an dema rizgarkirina Reqayê ji hêla hêzên QSD/YPG'ê û vir ve lîderên DAIŞ'ê cara yekê ye ku peyameke bi vî rengî berfireh diweşînin.