Li Ewrupa çalakiyên ji bo azadiya Ocalan bê navber didomin

Li Strasboûrgê û Kolnê, bi armanca ku CPT têkildarî rewşa Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan berpirsyariya xwe bi cih bîne, greva birçîbûnê dest pê kir.

Li Ewrupa çalakiyên ji bo azadiya Ocalan bê navber didomin
23 nîsan, 2018   12:07

NAVENDA NÛÇEYAN

Di çarçoveya kampanyaya ‘Ji Ocalan re azadî’ ya ku li Ewrûpayê ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatiye destpêkirin, di navbera 23-27’ê Nîsanê de Strasboûrg di serî de li gelek bajaran greva birçîbûnê û çalakiyên rûniştinê tê destpêkirin. Kurdên ku li Eyaleta Ren Vestfalyaya Bakur a li Elmanyayê dijîn, li Rûdolfplatza Kolnê ji bo 3 rojan çalakiya greva birçîbûnê dan destpêkirin. Greva birçîbûnê bi daxuyaniya çapemeniyê hate destpêkirin.

Li ser navê Çalakgerên Greva Birçîbûnê endamê PYD’ê Dêrsim Al Elî daxuyanî xwend. Al Elî bal kişand ser tecrîda giran a li ser Ocalan û got, “Li ser Rêber Apo, 20 sal in gef û êrîşeke mezin heye. Rêber Apo ji bo gelê Kurd sedema azadî û jiyanê ye. Em êrîşên li ser wî şermezar û protesto dikin. Em îro li Kolnê bi slogana ‘Ji Ocalan re azadî’ dest bi greva birçîbûnê dikin.”

Dêrsim Al-Elî di axaftina xwe de qala qedexeyên dewleta Elmanyayê kir û got, “Li ser konê ku me vegirtiye, nivîsa ‘Frîeden în Kurdistan’ heye. Lê dewleta Elmanyayê dixwaze em vê nivîsê rakin. Li gorî wan nivîsa Kurdistan tê wateya propagandaya PKK’ê. Elmanya dixwaze vê peyva Kurdistanê qedexe bike. Em vê helwesta Elmanyayê protesto dikin. Li her cihê ku Kurd lê hene, Kurdistan jî heye, divê her kes bi vî tiştî bizanibe.”

Li Strasbûrg ya Fransayê jî bi banga KCDK-E’yê ji hemû welatên Ewrûpayê, siyasetmedar, nûnerên saziyan, şaredar, rewşenbîr, hunermend û saziyên dostên Kurdan dest bi greva birçîbûnê kirin.

Çalakgerên greva birçîbûnê saet di 11.00’an de li pêşiya avahiya Konseya Ewrûpayê kom bûn. Li ser navê çalakgeran Hevserokê KCDK-E’yê Yuksel Koç axivî. Koç çalakger silav kir û diyar kir ku ji xeynî saziyên Kurdan, gelek sazî, komele û federasyonên ji Tirkiyeyê tevlî vê çalakiyê dibin.

Di nav çalakgerên greva birçîbûnê de hevşaredarên ku AKP’ê bi awayekî bêhiqûq ew ji peywirê girtine, parlementerên HDP’ê Tûgba Hezer û Faysal Sariyildiz jî hene. Nûnerên Partiya Keskan û nûnerên gelê Siryan jî tevlî çalakiya greva birçîbûnê dibin.