Bi nêzikbûna demsala havînê re dermanên mêşûmûran tê reşandin

Komîteya Ekolojî ya girîdayî Şaredariya Gel a navçeya Girkê Legê ji destpêka meha Nîsanê ve  dest bi hemleya reşandina dermanên mêşûmûran li taxên navçeyê kir.

Bi nêzikbûna demsala havînê re dermanên mêşûmûran tê reşandin
Bi nêzikbûna demsala havînê re dermanên mêşûmûran tê reşandin
23 nîsan, 2018   11:25

QAMIŞLO

Komîteya Ekolojî ya Şaredariya Gel a navçeya Girkê Legê bi nêzikbûna  demsala havînê re dest bi hemleya reşandina dermanên mêşûmûran li hemû taxên navçeyê kir û ev hemle wê heta dawiya havînê dewam bike.

Heta niha dermanên mêşûmûran li cihê çopê, kolana sereke, cihê serjêkirina sewalan û taxa şehîd Qehreman hatiye reşandin  û wê li hemû kolan û taxên din ên navçeyê were reşandin.

Li gorî berpirsên Komîteya Ekolojiyê ya Şaredariya Gel a navçeya Girkê Legê hemleya reşandina dermanên mêşûmûran wê heta dawiya meha havînê dewam bike.

(bx)

ANHA