Polîtîkeyên guhertina demografiyê didome: Vê carê li navenda bajêr çete têne bicihkirin

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê polîtîkeyên guhertina demografiya Efrînê didomîn. Vê carê çeteyên ji herêma Xûtaya Rojhilat û Qelemon a gundewarê paytexta Sûriyê Şamê li navenda bajarê Efrînê têne bicihkirin.

Polîtîkeyên guhertina demografiyê didome: Vê carê li navenda bajêr çete têne bicihkirin
23 nîsan, 2018   11:16

EFRÎN

Çavkaniyekî ji Efrînê ji ANHA‘yê re ragihand ku Artêşa Tirk a dagirker çete û malbatên wan ên ji gundewarên Şamê (Xûtaya Rojhilat û Qelemon) hatin derxistin li navenda bajarê Efrînê û herêma Cindirêsê bi cih dikin.

Dagirkeriya Tirkiyê û çeteyên wê beriya niha jî bi sedan çete û malbatên wan li navçeyên kantonê bi cih kirin.

Heman çavkaniyê diyar kir ku malbatên çeteyan li taxên Mehmûdiyê û Vêlan ên bajarê Efrînê hatin bi cihkirin û destnîşan kir ku artêşa dagirker û çeteyên wê ji bo çeteyan li malên Efrîniyan bicih bikin deriyan dişkînin û malên wan desteser dikin û dibêje "Hin malbat carinan bi saetan derveyî malên xwe ne, dema têne malên xwe dibînin ku malbatên din lê ne."

Çavkanî bal kişad ku artêşa Tirk a dagiarker malbatên çeteyên girêdayî xwe li Efrînê bi cih dike û destnîşan kir ku hin komên ne girêdayî dagirkeriya Tirkiyê wekî ‘‘Ceyş El-Islam‘‘ ya girêdayî Erebistana Siûdî li Efrînê nayên bi cihkirin, lê ji bo kampên Atma ya gundewarên Idlibê û kampên nû li Efrînê hatine avakirin têne bi cih kirin. Di heman demê de komên wekî ‘Sultan Murad‘‘  û komên din ên girêdayî Tirk li malên Efrînê têne bicihkirin.

Malperên nêzî çeteyan diyar kirin ku hezar û 148 çete tevî malbatên wan  kuji Qeleoma Rojhilat hatin derxistin û gihiştin kantona Efrînê.

Çavdêriya Mafê Mirovan a Sûriyê diyar kir û beşê duyemîn a çeteyên Heyet Tehrîr el-Şam û Hereket Ehrar El-Şam El-Islamiya ji bajarok bi 30 otobusan ku hezar û 200 çete lê bûn ji"Ceyrûd, El-Tena, El-Nasiriya û El-Rihêba" hatin derxistin û ber bi bakurê Sûriyê ve hatin şandin.

Artêşa Tirk a dagirker ji 18‘ê Adarê ve, piştî lihevkirina Tirk, Rûs û Rêjîma Sûriyê bi sedan malbatên çeteyan ên  ji gundewarên Şamê hatin derxistin li navçeyên Efrînê hatin bicihkirin.

(bb)

ANHA