'Partiya Sûriyaya Pêşerojê ji bo pêkanîna biratiya gelan e'

Endamê Meclîsa Giştî ya Partiya Sûriyaya Pêşerojê Musena Ebdulkerîm diyar kir ku partiya wan ji bingeha biratiya gelan û jiyana hevbeş hatiye avakirin û ev tişt anî ziman,"Armanca me ew e ku em cûdahiyên siyasî rakin û nijadperestiya ji aliyê desthiladaran di nava gelan de hatiye bi cihkirin, rabikin."

'Partiya Sûriyaya Pêşerojê ji bo pêkanîna biratiya gelan e'
23 nîsan, 2018   07:49

XANDÎ ELO / TEBQA

Endamê Meclîsa Giştî ya Partiya Pêşerojê û nûnerê Herêma Tebqayê Musena Ebdulkerîm derbarê armanca sazkirina partiyê û bandora wê di çareseriya siyasî ji aloziya Sûriyaya de û mijarên derbarê çareseriyê de bersiva pirsên me da.

*Partiya Sûriyaya Pêşerojê demek beriya niha li bajarê Reqaêy hate ragîhandin. Armanc û çalakiyên partiyê çine?

Partiya Sûriyaya Pêşerjê partiya gel e. Ji hêvî û daxwazên gelê herêmê derketiye. Di hemû şert û mercên heyî de hêviyên gel esas digre. Di salên derbasbûyî de gelê Sûriyê rastî wêranî, koçberî û komkujiyan hat, di nava vê rewşa zehmet de hebûna partiyek siyasî ku hêviyên gel û êşên wan rabike xaleke girîng e.

Di heman demê de partiya me yekem partiye li herêmê tê ragîhandin. Ji armancên me pêkanîna çareseriya siyasî ye. Her wiha pêkanîna mafên hemû insanan e, di aliyên mafê hemwelatiyê û bidestxistina mafên rewa yên hemû pêkhateyan. Bê cûdahî di navber tu aliyan de hebe, her wiha zemîna danûstendin û cîrantiya baş pêk bîne. Mafê jinan û hemû beşên civakê jî xalek sereke ji armancên me ne.

*Di Bakuêr Sûriyê de gelek pêkhate hene, rola wan di avakirina partiyên siyasî û rêxistinan de çi ye?

Gelê Sûriyê bi giştî rastî siyasetên tunekirin û dûrxistinê hatin. Ev di encama siyasetên şaş de pêk hatin. Ev bi taybet li ser gelê Bakurê Sûriyê û Rojhilatê-Bakurê Sûriyê de pêk hat. Pêkhateyên herêmê ji Kurd, Ereb, Asûr, Çerkes, Êzîdî, Turkman û herwekî din li herêmê bi hev re jiyan dikin. Partiya me siyaseta dûrxistana aliyekî ji wan red dike û mafê hemû aliyan wekî hev diparêze. Partiya me partiya xakê û welat e.

*Ciwan beşê civakî yên bingehîn in, partiya we wê çawa ciwanan bikşîne nava xwe?

Ciwan bingeh û hêza sereke ya civakê ne. Çi projeyên heyî ciwan bingehê wê ne. Lewma partiya me jî wê hewl bide beşek mezin ji ciwanan bigre nava xwe û balê bikşîne ser xebatên wan. Di vê çarçoveyê de buroya ciwanan di partiyê de hate vekirin. Di şaxên hemû bajaran de jî rêxistinên ciwanan hene. Di partiya me de em dikarin bêjin rêjeya ciwanan pir zêde ye. Ramanên me bala ciwanan dikşîne lewma armancên wan û hêviyên wan pêk tîne.

*Çi têkiliya partiya Sûriya Pêşerojê bi partî û civakên siyasî yên din re heye?

Partiya me partiyek siyasî ya gel e. bangên me jî pêkanîna çareseriya siyasî ya ji aloziya Sûriyê re ye. Lewma wê partiya me bibe keştiya ku gelê me bighîne aramiyê. Ev jî wê bi danûstendinên rast di navbera hemû partiyên siyasî, komên civakî pêk were. Hemû bi hev re aloziyê nîqaş bikin û rêbazên çareseriyê pêk bîn in.

*wekî endamekê damezirîner hûn destpêkirina partiyê çawa dinirxîn in?

Ez destpêkirina partiyê gaveke baş dinirxîn im, bi taybet Reqaya wêrankirî bû navenda wê, ev gavek bi nirxe, ev yek nîşan dide ku gelê Sûriyê bi hemû rengê xwe di nava xwe de dihewîne.

*Gelo partiya we bingeha rast a nûnertiya hemû gelê Sûriyê ye û nexşeriya we ya çareseriyê çi ye?

Ez tekez dikim ku partiya me bingeha rastîn a nûnertiya hemû gelê Sûriyê ye. Partiya me ji hêviyên gelê me derketiye. Ji bo çareseriya siyasî, danûstendin û nîqaşan dê tekoşînê bide meşandin. Da ku hemû beşên civakê beşdar bike.

*Çawa dikare diruşmeya biratiya gelan li Bakurê Sûriyê pêk were?

Biratiya gelan ne tenê wekî diruşme ye, lê belê armancek dikare bi hemû wateya xwe pêk were. Jiyana hevbeş ne tenê li Bakurê Sûriyê lê belê li Rojhilatê jî dikare pêk were, ev qîrîne hemû gelê Sûriyê ye. Xêra welatê me pir e, me bi hev re kêf û şînî jiyan kirin. Wê welatê me yê dayîk her dem bi pêkhateyên xwe ji      Kurd, Ereb, Turkmen, Çerkes, Êzîdî, Ekadî, Asûrî, Suryan û herwekî din kêfxweş bibe. Wê bi zendên wan were avakirin û hemû pirsgirêkên wê werin çareserkirin.

(dc)

ANHA