Sersaxî ji malbatên 3 cangoriyan re hat xwestin

Bi sedan şêniyên herêmên Dêrikê, Girkê Legê û Çilaxa sersaxî ji malbatên 3 şehîdên Berxwedana Serdemê re xwestin.

Sersaxî ji malbatên 3 cangoriyan re hat xwestin
21 nîsan, 2018   13:41

QAMIŞLO

Girseya gel îro di saetên sibehê de berê xwe dan gundê Girziyaret a girêdayî herêma Dêrikê û sersaxî ji malbatên şehîdên Berxwedana Serdemê ʺSûzan Umer (Sarîna Zagros), Evîn Mihemed (Elîf Dêrsim) û şehîda navneteweyî Lêgerîn Çiya re xwestin. 

 Serdana sersaxiyê bi deqeyek rêz dest pê kir. Piştre Fermandara YPJʹê Nûcan Dêrik axivî û diyar kir ku ev 7 salin şoreşa Rojava li dijî dijminên azadî û demokrasiyê didome. Nûcan wiha domand, ʺDivê em li hember planên dijmin amade bin û destkeftiyên ku bi xwîna şehîdan hatin bidestxistin biparêzin.ʺ

Her wiha Endama Rêveberiya Meclîsa Malbatên Şehîdan a herêma Dêrikê Heqî Qamişlo jî sersaxî ji malbatên cangoriyan re xwest û diyar kir ku bi fedekariya şehîdan sînor ji holê rabûn û yekîtiya gelan ava bû. 

Serdana sersaxiyê bi dirûşmeyên ʺŞehîd namirinʺ bi dawî bû. 

(mm)

ANHA