HPG‘ê li ser çalakiyên gerîla yên li Agirî û Dêrsimê daxuyanî da

HPG’ê derbarê çalakiyên gerîla yên li Agirî û Dêrsimê daxuyanî da. HPG’ê nasnameya 3 gerîlayên ku li Dersimê jiyana xwe ji dest dabûn eşkere kir.

HPG‘ê li ser çalakiyên gerîla yên li Agirî û Dêrsimê daxuyanî da
HPG‘ê li ser çalakiyên gerîla yên li Agirî û Dêrsimê daxuyanî da
HPG‘ê li ser çalakiyên gerîla yên li Agirî û Dêrsimê daxuyanî da
20 nîsan, 2018   11:58

NAVENDA NÛÇEYAN

Agahiyên ku ji hêla Navenda Ragihandinê ya HPG’ê ve hatine parvekirin wiha ne:

Bi çarçoweya Pêngava Şoreşger ya Serfiraziyê ya li Eyaleta Serhedê 17’ê Nîsanê saet 14.00’an li Bazida Agirî li dijî nîzamiyeya qereqola Serêkaniyê çalakieyek hatiye kirin, di vê çalakiyê de hijmara kuştî û birîndarên leşkerên dijmin baş zelal nebû.’’

Li Dêrsimê bi çarçoveya Pêngava Şoreşger a Şehîd Ozan û Şehîd Roza hêzên me 19’ê Nîsanê dest li ser 4 qemyona daniye ku malzemeyên înşeatê ji qereqolê re dibirin, ya li Şehîd Dijwar û qemyon hatine şewitandin. Piştî çalakiyê hêzên me ajokar hişyar kirine da ku careke dî heman karî nekin.

7’ê Nîsanê di daxuyaniya xwe de me gtibû artêşa TC’ê ya dagirker 31’ê Adarê li Dersimê li herêma Rojdereyê operasyon daye destpêkirin û li dijî vê operasyona dagirker çalakî hatine kirin û di şerê dijî artêşa dagirker de 3 hevalên me şehîd bûne.

Agahiyên sicîlê yên hevalên me yên ku bi lehengî şer kirin û şehîd bûne wiha ne:

 Nasnav: Delîla Çewlîk

Nav û Paşnav: Zeynep Mîran

Cihê Jidayikbûnê: Çewlîk

Navê Dayik - Bav: Gulten - Orhan

Cih û Dema Şehadetê: Dersim / 31’ê Adara 2018’an

==========

Nasnav: Hamza Karaz

Nav û Paşnav: Hasan Baylan

Cihê Jidayikbûnê: Amed

Navê Dayik - Bav: Kezban - Abdurrahman

Cih û Dema Şehadetê: Dersim / 31’ê Adara 2018’an

==========

 Nasnav: Rozerîn Hebûn

Nav û Paşnav: Rozerin Ozer

Cihê Jidayikbûnê: Mûş

Navê Dayik - Bav: Xezal - Orhan

Cih û Dema Şehadetê: Dersim / 31’ê Adara 2018’an