Li Hesekê pêşengeha "Hevala Xwezayê" hate vekirin

Xwendekarênê dibistana Ehmed Mixlif a bajarê Hesekê pêşengehek wênesazî û karên destan bi navê "Hevala Xwezayê" vekirin.

Li Hesekê pêşengeha "Hevala Xwezayê" hate vekirin
Li Hesekê pêşengeha "Hevala Xwezayê" hate vekirin
Li Hesekê pêşengeha "Hevala Xwezayê" hate vekirin
19 nîsan, 2018   11:42

HESEKÊ

Pêşengeh bi rêveberiya mamoste û hunermenda şêwekar Yisra Elî hate vekirin.

Şandeyek ji komîteya Perwerdeyê ya bajarê Hesekê û bi sedan xwendekar tevî malbatên xwe beşdarî pêşengehê bûn.

Di vê çarçoveyê de hunermenda şêwekarî Yisra Elî ji ajansa me ANHA`yê re diyar kir ku ew di karê xwe de ji tiştên kevin sûd digre û tiştên nû pê di afirîne. Yisra Elî destnîşan kir ku armanca wan a vekirina pêşengehê pêşxistina afrînerên xwendekaran e.

Pêşengeh ji bo du rojan vekirî ye.

(bx)

ANHA