Ji bo Gerîlayê HPG‘ê Şoreş Xeyrî sersaxî hate xwestin

Bi sedan şêniyên kantona Kobanê sersaxî ji malbata gerîlayê HPG`ê Mehmûd Mihemed (Şoreş Xeyrî) re xwestin.

Ji bo Gerîlayê HPG‘ê Şoreş Xeyrî sersaxî hate xwestin
Ji bo Gerîlayê HPG‘ê Şoreş Xeyrî sersaxî hate xwestin
Ji bo Gerîlayê HPG‘ê Şoreş Xeyrî sersaxî hate xwestin
Ji bo Gerîlayê HPG‘ê Şoreş Xeyrî sersaxî hate xwestin
Ji bo Gerîlayê HPG‘ê Şoreş Xeyrî sersaxî hate xwestin
19 nîsan, 2018   11:30

KOBANÊ

Bi sedan şêniyên kantona Kobanê sersaxî ji malbata gerîlayê HPG`ê Şoreş Xeyrî re xwestin. Konê sersaxiyê li gundê Bîl Wêran ê başûrê bajarê Kobanê hate vedan.

Konê sersaxiyê bi wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, ala Meclîsa Malbatên Şehîdan û ala YPJ/YPG`ê hate xemilandin.

Merasîma sersaxiyê bi rêzgritin destpê kir. Paşê yek ji rêveberên Tevgera Civaka Demokrtîk (TEV-DEM) Abdulrehman Elî axivî û sersaxî ji malbata şehîd re xwest.

Ji aliyê xwe ve bavê şehîd Şoreş axivî û got ku ew bi şehdeta kurê xwe ser bilind e û ev tişt anî ziman,"Kurê min ji bo parastina gel û axa welatê canê xwe feda kir."

Merasîma sersaxiyê heta saetên êvarê didome.

(bx)

ANHA