Dosya li ser sûc û kiriyarên dagirkeriya Tirk dê were weşandin

Dewleta Tirk a dagirker a herî zêde destwerdan di rewşa Sûriyê de kiriye. Dewleta herêmê ya herî zêde piştîgirî daye çeteyan, da ku tevlîheviyê di herêmê de derbixe û siyasetên xwe bide meşandin. Di rêza duyemîn de jî Îran e. Sûcên şer li dijî gelê Sûriyê pêk anîn, welatî dane koçberkirin. Dewleta Tirk komên çete deweyî dagirkeriya xaka Sûriyê kirin. Gihişt asta ku bargehên dagirkeriyê yên bûne wekî nexweşiya penceşêrê di Sûriyê de, netewên çînî û hin kokên wan Tirk anîn herêmê. Armanca wan ji v

Dosya li ser sûc û kiriyarên dagirkeriya Tirk dê were weşandin
19 nîsan, 2018   08:48

NAVNEDA NÛÇEYAN

Di vê dosya me ku ji 4 beşan pêk tê de em ê siyasetên dagirkeriya dewleta Tirk û dagirkirina Lîwai Iskenderona û hermê din ên Sûriyê bibîr bixin. Çawa dewleta Tirk a dagirker piştî wê herêmên nû ji Sûriyê dagir kirin û selefiyên ji herêmên Asaya û hin ên din kokên wan tirk in bi di Sûriyê de bi cih dikin. Ev li Şehba, Idlib û Efrînê niha pêk tê.

Di beşê yekem de em ê, bibîr bixin ku çawa dewleta Tirk Lîwai Iskenderona dagir kir, siyasetên wan ên dagirkeriya Iskenderona di riya lîstokek navdewletî û bazarên herêmî de p êk hat. Di beşê duyemîn de jî dagirkeriya Şehbayê, "gelo wê bibe Iskenderonek din". Di vî beşî de emê bale bikşîn in ser siaysetên guhertina demografî ya herêmê û siyasetên tirkirina herêmê. Di beşê sêyemîn de jî em ê balê bikşîn in ser bargeha dagirkeriyê ya Eyxûr ya li gundên idlibê. Dewleta Tirk di riya van komên çet re dixwaze çi bike.  Di vê dosya ku bi navê "bargeha Eyxûrên Çînî li Idlibê..Tirkiyê nexweşiya Penceşîr di Sûriyê de bi cih dike"

Di beşê 4'an ku bi sernavê "Efrîn talan kirin û lê bi cihkirin, lê ji ber Berxwedanê hîn çarenûsa wê diyar nekirine" de em ê balê bikşîn in ser siyasetên dagirkeriyê û bi cihkirina komên çete yên cîhadî. Her wiha sûcên li dijî mirovahiyê ku li dijî gelê Efrînê pêk hatiye., di beşekî dosyê de em ê behsê bikin ku çawa Erdogan têk çûye û nikare çarenûsa Efrînê ji ber berxwedana tê nîşandan diyar bike, lewma malbatên ji Sûriyê li wir bi cih dike, da ku şerekî mezehî û tayîfê di nava civaka Sûriyê de derbixe.

(dc)

ANHA