Rojeva rojnameyên Erebî

Di weşanên rojnameyên Erebî yên îro derketine, mijarên girêdayî; tîma lêpirsînê ya Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmeywî li Dûmayê rastî gulebaranê hat, hevdîtinên De Mistura ji bo çareserkirina aloziya Sûriyê, Îran hewl dide El-Ebadî ji bo demên pêş li Sûriyê bide pêş, her wiha şerê koma Ensar Allah li Yemenê.

Rojeva rojnameyên Erebî
19 nîsan, 2018   08:46

NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameyên Erebî yên îro diyar kirin ku tîma lêpirsînê ya Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmyewî li Sûriyê li Dûmayê hate gulebarankirin, ji ber vê yekê xebatên xwe ji taloq kirin. Rojnameyan her wiha diyar kirin ku De Mistura ji bo cardin mûzakeriyên çareserkirina aloziya Sûriyê dest pê bike, hevdîtinan pêk tîne. Her wiha bal kişandin ser hilbijartinên pêşxwest ên Tirkiyê û aloziya Yemenê.

Rojnameyên Erebî di weşandên xwe yên îro de, giranî dane rewşa Sûriyê û astengkirina xebatên tîmên lêpirsînê yên qedexekirina çekên kîmyewî li Dûmayê. Di vê derbarê de, rojnameya  El-Şeriq El-Ewset nûçeyek bi sernavê "Tîma lêpirsîna kîmyewî li Dûma bi guleyan tê pêşwazîkirin" weşand û got."Tîma lêpirsînê ya girêdayî Neteweyên Yekbûyî, di dema ku erka xwe ya şopandina Dûma ya Xûtaya Rojhilat a Şamê duh pêk di anîn, hate gulebarandin. Berpirsyarekî navnetewî diyar kir ku tîma lêpirsînê di dema ku erka li Dûma pêk di anî, rastî gulebaranê hate û destnîşan kir ku ti ziyan çênebûn. Çavkaniyekî din jî ragihand ku ji ber gulebaranê karê time hate paşxistin."

De Mistura hewl dide careke din dest bi mûzakereyan bike

Rojnameya El-Heyat sernavê "De Mistura hewl dide careke din mûzakereyan bide destpêkirin" avêt. Li gorî nûçeyê "Di gel astengkirina derbaskirin pisporên Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmyewî li Dûma de, nûnerên Neteweyên Yekbûyî ji bo Sûriyê Stffan De Mistara li paytextên dewletên herêmî  û navdewletî digere da ku careke din mûzaketiyên derbarê çareserkirina Sûriyê  bi rengekî siyasî de bibe destpêkirin. Mosko gava De Mistura yekser qebûl kir."

Mosko pêşniyara rojavayî red dike û ji bo El-Esed xelas bike 6 xalan pêşniyar dike

Rojnameya El-Şeriq El-Ewset girêdayî aloziya Sûriyê nûçeyek bi sernavê "Mosko ji bo ku El-Esed xelas bike 6 xalan pêşniyar dike" weşand. Di nivîsê de wiha tê gotin, "Nûnerê Rûsya yê daîm li gel Neteweyên Yekbûyî Vasily Nippensia pêşniyarên hempîşeyên wê yên rojavayî derbarê projeyeke nû ji çareserkirina aloziya Sûriyê red kir û pêşnûmeyek ji 6 xalan pêşkêş kir, ji wan, rawestandina şer û gefxwarinên li ser Sûriyê, her wiha daxuyaniyên bi kîn ên li dijî hikûmeta rawa ya Serok Beşar El-Esed werin rawestandin."

Sînaryoya koçberkirina ji bo başûrê Şamê li deriyê dide û çarenûsa çeteyên DAIŞ‘ê ne zelal e

Rojnameya El-Şeriq El-Ewset, her wiha behsa rewşa meydanî li Sûriyê, nûçeyek bi sernavê "Koçberiya ji başûrê Şamê li deriyê dide.. çarenûsa DAIŞ ne zelal e" weşand. Di nûçeyê de wiha hate gotin, "Bi girtina dosyaya hebûna opozisyona çekdar li Xûtaya Rojhilat a Şam, rêjîm û hevkarên wê ji bo dosyayên herêmên başûrê Şamê yên ji derveyî serweriya xwe amadekariyan dike."

Li gorî heman nûçeyê "Tê texmînkirin ku li herêmên çekdarên opozisyonê mîna herêmên din koçberiya bi darê zorê ya çekdar û malbatên wan were kirin. Girêdayî herêmên di bin serweriya rêxistina DAIŞ‘ê sînaryoyên ne zelal in."

Îran hewl dide, El-Ebadî ji bo şerê di demên pêş li Sûriyê, bikişîne bi aliyê xwe ve

Rojnameya El-Ereb El-Lundunya nûçeyek bi sernavê "Îran hewl dide El-Ebadî bikişîne bi aliyê xwe ve" weşand û got, " Îran hewl dide, beriya ku bi Îsraîl re bikeve şerekî muhtemel li Sûriyê, Serokwezîrê Iraqê Heyder El-Ebadî bikişîne aliyê xwe. Serokê Parastinê yê Îranê Emîr Hatimî duh ji nişkêve gihişt Bexdayê."

Rojnameyê ji çavkaniyên doplomasî" Îran hewl dide El-Ebadî ji bo şerê bi Israîl li Sûriyê bikişîne bi aliyê xwe ve. Lê ditise ku têkiliyên El-Ebadî û rêveberiyê Amerîka bandorekê li ser helwesta Iraqê bike, dema ku şer derkeve."

Nakokiyên hundirîn ên fermandarên Hûsiyan

Girêdayî aloziya li Yemenê jî sernavên cuda derktin pêş, El-Heyat manşêtek bi sernavê "Şerê qutiban koma Hûsiyan parçe dike" avêt. Li gorî nûçeyê "Nakokiyên navxweyî yên di navbera fermandarên koma Hûsiyan ên Şepêla Hikûmeta Xelasiyê ya bi serokatiya Serokê Encumena Siyasî ya Bilind a koma Salih El-Semad û Şepêla Komîteya Şoreşgerî ya Bilind a bi serkêşiya Mihemed Elî El-Hûsî zêde dibe.Her aliyek hewl dide herêmên xwe li Sena û parêzgehên din fireh bikin û dest deyne ser berheman û di qadên leşkerî û ewlehî yên dewletê serwer be."

Hilbijartinên pêşxwest ên Tirkiyê desthilatdariya Erdogan xurt dike

Rojnameya El-Şeriq El-Ewset behsa hilbijartinên pêşwexet ên Tirkiyê, nûçeyek bi navê "Hilbijartinên pêşwexet desthilatdariya Erdogan bi hêz dike" weşand, di nûçeyê de tê gotin ku Serokê Tirkiyê Receb Teyyîp Erdogan  ragihand ku hilbijartinên pêşwext ên serokatî û parlamentoyê yê ku divyabû 3‘ê mijdara 2019‘an de hatiba lidarxistin û di 24‘ê Hizêrana hate pêşxistin ji ber pêwîstiya welat bi guhertinekê ji bo sîstema serokatiyê de çêbûn."

Di berdewama nivîsê de hate gotin, " AKP‘ê û MHP’ê derbarê hilbijartinên pêşwext daxwaznameyek û dema wê ku ji Erdogan diyar kirbû pêşkêşî parlamentoyê kir. Tê texmînkirin ku Erdogan di hilbijartinan de biserkeve, bi vê yekê desthilatdariya wî xurttir dibe."