Şandeyek jinên Fransî hat Qamişlo

Şandeyek jin ji Fransa hat Rojava û serdana avahiya Kongreya Star a bajarê Qamişlo kir.

Şandeyek jinên Fransî hat Qamişlo
19 nîsan, 2018   09:25

QAMIŞLO

Şandeyek jin ji Fransa bi armanca ku piştgiriyê bide Pêngava "Jinên ji bo Efrînê serî hildin" a ku ji aliyê Kongreya Star ve hatiye birêxistin kirin hatin Rojava.

Şande ji 4 jinan pêk dihat, Sekreteriya Rêveberiya Herêma Overfar Ronald a bajarê Leyon Corin Morel Darlux, endama Partiya Çep a Fransî û 3 rojnamevan pêk dihat ji aliyê Berdevka Fermî ya Kongreya Star Evîn Siwêd û rêveberên Komîteya Têkiliyên Doplomasî Mekiya Hiso, Firyal Hesen û Fîdan Seydo ve hatin pêşwazîkirin.

Tê payîn ku şande serdana saziyên sivîl û rêxistinên jinan ên Rojava ê herêma Cizîrê bikin.

(bb)

ANHA