Gelê Şêxan û Laleşê Çarşema Sor bi coş pîroz kirin

Li bajarokê Şêxan û Peresgeha Laleşê Cejna Çarşema Sor bi coş hate pîroz kirin. Baweriyên cuda jî beşdarî pîrozbahiyê bûn.

Gelê Şêxan û Laleşê Çarşema Sor bi coş pîroz kirin
18 nîsan, 2018   15:13

NAVENDA NÛÇEYAN

Êzidiyan îro Cejna Çarşema Sor a Serê Nîsanê bi merasîmên taybet pîroz kirin. Li bajarokê Şêxan a Dihokê ku hejmarek zêde Êzidî lê dijîn serdana Ofîsa Giştî ya Babe Şêx (Bavê Rohanî) kirin û pîrozbahî li Êzidiyan kir.

Piştre Babe Şêx û Êzidiyan berê xwe dan Peresgeha Laleşê. Çira pêxistin, şîranî û hêkên rengareng belav kirin û piştre dest bi merasîmê kirin. Baweriyên cuda jî beşdarî pîrozbahiyê bûn.