3 kes ji koma çeteyên Feyleq El-Rehman vekişiyan

3 kesan piştî xiyaneta serçeteyê wan ji koma çeteyên Feyleq El-Rehman vekişiyan û xwe rastî Meclîsa Leşkerî ya Minbicê kirin.

3 kes ji koma çeteyên Feyleq El-Rehman vekişiyan
17 nîsan, 2018   14:01

MINBIC

Bi hezaran çeteyên Feyleq El-Rehman û komên çeteyên din ên li Xûtaya rojhilat bi cih dibûn, di dema dawî de bi hevpeymaneke Tirkî-Rûsî komên çete tevî malbatên wan ber bi Bakurê Sûriyê ve hatin rêkirin.

Ev komên çete yên ji aliyê dewleta Tirk ve tên destekirin, derketina ji Xûtayê wekî xiyanet bi nav kirin. Ji ber vê yekê 3 çeteyên bi navên Mehmûd Mihemed Berazî, Umer Mihemed Berazî û Ehmed Mihemed Berazî ji çeteyên Feyleq El-Rehman vekişiyan û tevî malbatên xwe, xwe radestî Meclîsa Leşkerî ya Minbicê kirin.

Mehmûd Mihemed Berazî ji ANHAʹyê re axivî û da zanîn ku serçeteyên wan xiyanet bi wan re kirin û ew bi awayekî eşkere firotin. Mehmûd wiha got, ʺDema em ji Xûtayê hatin derxistin, bi zanebûn em di gundên Elewiyan re derbas kirin da bêrûmetiyê li me bikin.ʺ

Mehmûd anî ziman ku dema ew di bajarê Tertûsê re derbas bûn, gel kevir û gule bi wan reşandin. Her wiha diyar kir ku di encamê de gelek kes di erebeyan de hatin kuştin.

Mehmûd destnîşan kir ku dema ew gihîştin herêmên di bin dagirkeriya Tirk de, bi Meclîsa Leşkerî ya Minbicê re têkildar bûn û bi alîkariya meclîsê xwe gihandin herêmên bi ewle.

Mehmûd got ku gelek aliyan hewl didan Meclîsa Leşkerî ya Minbicê li ber çavê me reş bikin û wiha domand, ʺLê dema em hatin Minbicê, me bi çavên xwe dît. Meclîsa Leşkerî ya Minbicê bi dilekî germ pêşwaziya me kir û destek da me. Rewşa me pir başe.ʺ

Mehmûd di dawiya axaftina xwe de bang li tevahî kesên ku ji aliyê komên çete yên dewleta Tirk ve hatin xapandin kir ku berê xwe bidin herêmên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê û wiha axivî: ʺMinbic bajarekî bi ewle ye. Hemû îdîayên ku li derve tên gotin dûrî rastiy ne.ʺ

(mm)

ANHA