TEV-DEM‘ê peyama cejna "Çarşema Sor" da

Desteya Rêveber a TEV-DEM‘ê bi wesîleya "Çarşema Sor" peyamek weşand û got, "Di rewşên pir zor û zehmet de û hemleyên qirkirina li dijî gelê me de cejn cihê rêzgirtinê ye û cewherê girêdana bi nirxên resen ên gelan re nîşan dide.

TEV-DEM‘ê peyama cejna "Çarşema Sor" da
17 nîsan, 2018   13:45

NAVENDA NÛÇEYAN

Desteya Rêveber a Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) bi wesîleya Cejna "Çarşema Sor" peyamek weşand.

Desteya Rêveber a TEV-DEM‘ê fermana sala 2014‘an a li dijî Êzidiyan li Şengalê bi bîr xist û dest nişan kir ku êrîşên komên terorîst ên li ser Şengalê ku destê dewleta Tirk tê de heye, yek ji hewldanên qirkirinê bû û wiha hate gotin "Êrîş li ser şêniyan hate kirin, di encamê de zarok, jin, kalemîr, pîrejin bi behaniyên cûda hatin qetilkirin."

Desteya Rêveber her wiha îşaret bi bûyerên ku li Efrînê rû didin kir û destnîşan kir ku ev bûyer ji fermana Şengalê ne dûr e. Desteyê wiha domand, "Êrîşên li ser Efrînê hemû  pêkhate (di nav de Êzidî) hedef girt, di êrîşan de balafir û teknîka şer a pêşketî hate bikaranîn."

Desteya Rêveber a TEV-DEM‘ê destnîşan kir ku li gel şert û mercên zehmet de û hemleyên qirkirinê yên dewleta li dijî gelê cejn û munasebet ên hemû pêkhateyên gelê me cihê rêzdariyê ye û cewherê rasteqîn ê gelê me yê têkoşîna ji bo hebûn û îradeyê ye."

Desteya Rêveber a Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) Cejna "Çarşema Sor" li gelê Êzidî pîroz kir û got, "Çarşema Sor di nav xwe de wateya jiyana hevbeş û çanda xwîşk û biratiya gelan esas digire. Bi vê wesîleyê em berxwedana gelê me yê Êzidî li Şengalê û rêxistinbûyîna wan silav dikin. Em tekez dikin ku gelê me yê Êzidî li Efrînê li hember teknîka kuştinê ya faşîzma Tirk dan nîşandan. Em ji gelê Êzidî re tekez dikin ku vegera wan a li warên xwe nêz bûye. Em bi hêvî ne ku ev cejn bibe dawiya êşa gelê me yê Êzidî û hemû gelên mezlûm. Her wiha bibe sala azadî û demokrasiyê. Cejna gelê me yê Êzidî û hemû gelan pîroz be."

(bb)

ANHA