Şehîd Ezîz Ereb li Şedadê hat bîranîn

Şêniyên navçeya Şedadê şehîd Ezîz Ereb bi bîr anîn. Yekîtiya Sporê jî stadek bi navê wî vekir.

Şehîd Ezîz Ereb li Şedadê hat bîranîn
17 nîsan, 2018   14:08

HESEKÊ

Di merasîma bîranînê de Endamên saziyên sivîl û TEV-DEMʹê amade bûn. Merasîm bi deqeyek rêz dest pê kir. Piştre bi navê Meclîsa Malbatên Şehîdan, TEV-DEMʹê û meclîsa Şedadê axaftin hatin kirin.

Axêveran şehîd Ezîz Ereb bi bîr anîn û dane zanîn ku şehîd Ezîz mînaka jiyana hevbeş a di navbera gelên Kurd û Ereb ên Rojava de ye. 

Di heman çarçoveyê de, Yekîtiya Sporê ya herêma Cizîrê li navçeyê stadek bi navê şehîd Ezîz Ereb vekirin. 

Di dawiyê de Hevseroka Yekîtiya Sporê ya herêma Cizîrê Silava Tahir da zanîn ku stad bi navê şehîd Ezîz hat vekirin, ji ber ku ew pêşengê şoreşa Rojava ye. 

(mm)

ANHA