Li Tebqayê xaça dêra Serciyos û Baxos hat daliqandin

Li bajarê Tebqayê yekem xaç li ser dêra Serciyos û Baxos hat rakirin û şahî hat lidarxistin. Şahî ji aliyê Saziya Karûbarên Olî ya bajarê Tebqayê ve hat organîzekirin.

Li Tebqayê xaça dêra Serciyos û Baxos hat daliqandin
Li Tebqayê xaça dêra Serciyos û Baxos hat daliqandin
Li Tebqayê xaça dêra Serciyos û Baxos hat daliqandin
Li Tebqayê xaça dêra Serciyos û Baxos hat daliqandin
Li Tebqayê xaça dêra Serciyos û Baxos hat daliqandin
17 nîsan, 2018   13:32

TEBQA

Gelê Xiristiyan ê bajarê Tebqayê piştî 7 salên zulmê, rê û resmên xwe yên olî pêk tînin.

Di dema dagirkeriya DAIŞʹê de dêra Serciyos û Baxos a dikeve taxa Sêyemîn a bajarê Tebqayê, rastî rûxandinê hat. 

Dêra Serciyos û Baxos hat sererastkirin û bi şahiyekê xaça wê hat daliqandin. Di şahiyê de endamên saziyên sivîl, leşkerî û siyasî amade bûn. Şahî bi rêzgirtinê dest pê kir. Piştre Hevseroka Meclîsa Zagonsaz a herêma Tebqayê Rewşen Hemê axivî, ev gav pîroz kir.

Endamê Saziya Karûbarên Olî ya herêma Firatê Dewran Haşimî jî da zanîn ku bi hevgirtina olan, dîrok xwe dubare dike. Haşimî wiha domand, ʺJi destpêka mirovahiyê ve em yek gel in.ʺ 

Bi navê gelê Xiristiyan jî Ekrem Tanî peyamek da hemû gelê Xiristiyan ên derveyî welat û bang li wan kir ku vegerin warên xwe. 

Di dawiya şahiyê de gelê herêmê, ev gav li malbatên Xiristiyan pîroz kirin.

(mm)

ANHA