'Qutkirina ava Firatê şer li dijî gelê Sûriyê ye'

Şêniyên bajaroka El-Cirniye ya bakur-rojavayê Tebqayê qutkirina ava Firatê ji aliyê dewleta Tirk wekî şerê li dijî gelê Sûriyê binav kirin.

'Qutkirina ava Firatê şer li dijî gelê Sûriyê ye'
17 nîsan, 2018   06:39

ESMEHAN UMER / TEBQA

Şêniyên Tebqa û gundên wê derbarê qutkirina ava Firatê ku ji aliyê dewleta Tirk ve pêk hatiye nerazîbûn nîşan dan. Dewleta Tirk a dagirker ava Çemê Firatê ku bi dehezaran malbatên Sûriyê zeviyên xwe jê av didin û debara jiyana wan li ser wê ye qut kiriye.

Di encamê de asta ava bendava Firatê kêm bû û rêjeya 200 sm derbas kir. Ji ber van kiryarên dewleta Tirk rêveberiya Bendavê û Mudîriyeta Enerjiyê  neçar ma ku saetên belavkirina ceyranê û saetên dayîna ava vexwarinê kêm bikin.

Welatiyê bi navê Ehmed El-Ilêwî yê ji bajaroka El-Cirniyê derbarê qutkirina ava Firatê ev tişt got,ʺQutkirina ava Firatê ku bi destê dewleta Tirk hate kirin, şerê li dijî civaka Sûriyê ye. Ji aliyekî ve saetên dayîna avê û ceyranê hate kêmkirin. Ma sûcê welatiyên herêmê çi ye?."

Li gorî qanûna navdewletî divê berhemên avê yên hevbeş di navbera dewletan de wekî hev were parvekirin.

El-Ilêwî da zanîn ku dewleta Tirk hemû yasayên navdewletî binpê kiriye û mafê herî besît yê gelê Sûriyê û jiyana wî ku li ser çandiniyê ye binpê kiriye.

Çemê Firatê di Tirkiyê, Sûriyê û Iraqê re derbas dibe. Ava vexwarinê ya herêmeke berfireh ji xaka Sûriyê ji Firatê tê girtin. Her wiha beşek fireh ji Sûriyê jî ceyranê ji bendava Firatê digre, ji ber vê yekê qutkirina ava Firatê bandoreke mezin li jiyana sedhezaran welatiyan dike.

Jina bi navê Fatma El-Hemed ya ji bajaroka El-Cirniye bang li NY û saziyên têkildar kir ku zextê li dewleta Tirk bikin ku qanûnên navdewletî binpê neke û ev tişt anî ziman,"Av qut bûye, tiştekî me nema ye. Em li ber ziwabûnê ne. Di laşê zarokên me de hesasiyet çêbûye, ceyran kêm e, em ji saziyên têkildar dixwazin ku zextê li dewleta Tirk bikin, da ku ava Firatê berde."

(dc)

ANHA