Sersaxî ji malbatên du şehîdan re hate xwestin

Bi sedan şêniyên kantona Kobanê sersaxî ji malbatên şehîdên YPG û HPG`ê re xwestin.

Sersaxî ji malbatên du şehîdan re hate xwestin
Sersaxî ji malbatên du şehîdan re hate xwestin
Sersaxî ji malbatên du şehîdan re hate xwestin
16 nîsan, 2018   12:54

KOBANÊ

Meclîsa Malbatên Şehîdan a Kantona Kobanê konê sersaxiya herdû şehîdan li ber malên wan vedan. Bi sedan şêniyên kantonê tevlî merasîma sersaxiyê bûn.

Konên sersaxiyê bi wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, ala Meclîsa Malbatên Şehîdan û Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) hatin xemilandin.

Merasîma sersaxiyê bi rêzgirtin hate destpêkirin. Paşê ji aliyê Hevserokê Meclîsa Rêveber a kantona Kobanê Enwer Muslim û apê şehîd Zûhat, Zihêr Koban ve, axaftin hatin kirin.

Axaftivanan bal kişandin ser tekoşîna gelê herêmê li hemberî terorên ku dixwazin hemû destkeftiyên gelê herêmê têk bibin.   

Axaftivanan tekez kirin ku ew ê heta dawiyê destek bidin şervanên YPJ/YPG` û soza dan ku wê heta avakirina Sûriyeke demokratîk û federal şopdarên riya şehîdên xwe bin.

Merasîma sersaxiyê heta saetên êvarê didome.

Tê zanîn ku ku cenazeyê şervanê YPG`ê Zûhat Kobanê duh li Goristana Şehîd Dijle hate definkirin û her wiha nasnemeya şehîdê Tevgera Azadiya Kurdistanê hate Mihemd Şêx Mihemed (Sadiq) hate eşkerekirin.

(bx)

ANHA