OPCW derbarê Sûriyê de îro dicive

Têkilarî raporên ku tê gotin li Dûmayê çekên kîmyewî hatin bi karanîn û rêjîma Sûriya hate sûcdarkirin, Rêxisitina Qedexekirina Çekên Kîmyewî (OPCW) îro li bajarê Lahay ya Holendayê dicive.

OPCW derbarê Sûriyê de îro dicive
16 nîsan, 2018   11:22

NAVENDA NÛÇEYAN

Derbarê êrîşên li Dûmayê  ku tê îdîakirin çekên kîmyewî hatin bikaranîn û rêjîma Sûriyê hate tuhmetbarkirina ku êrîş kiriye. Rêxisitina Qedexekirina Çekên Kîmyewî (OPCW)  derbarê raporên ku dibêjin çekên kîmyewî hatin bikaranîn, îro li avahiya xwe ya bajarê Lahay yê Holendayê civînekê li dar bixe.

Konseya Yekîtiya Ewrupa duh bi daxuyaniyekê got, "Konseya Yekîtiya Ewrupa destek dide qedexeya bikarnîna çekên kîmyewî li tevahî cîhanê û diyar kir ku Konseya Ewrupa dibîne ku bikaranîna çekên kîmewî li dijî kê be û bi her her hincetî neya qebûlkirin û divê were şermezarkirin.

Konseya Ewrupayê her wiha di daxuyaniyê de got, "Bikaranîna çekên kîmyewî sûcê şer e, divê hesab ji berpirsên wê werin xwestin. Rapora dawî ku ji Sûriyê kete destê me kirîzk e, divê derbarê wê de bi awayekî lezgîn lêpirsîn werin vekirin."

(bb)