Malpera Jineolojî hate vekirin

Malpera Jineolojî ya taybet ji bo jinan bi zimanê Farisî dest bi bilavkirina mijarên xwe kir. Malpera jinan wek diyariyek ji bo neteweyên cuda yên li Îran hat kirin.

Malpera Jineolojî hate vekirin
16 nîsan, 2018   11:22

NAVENDA NÛÇEYAN

Nêzîkî meheke ji bo vekirina malpera jineolojî ji aliyê komek jin ve kar li ser dihat kirin. Malperê bi dirûşmeya ‘Ew zaniste ku li derdora jinê pêş dikeve û dibe pêngava yekem ber bi sosyolojiyek rasteqîne’ dest bi kar kir.

Jineolojî yan jî zanista jin, zanisteke ku bi armanca rexnegirtina li hişmendiya qalibê mêrsalarî girtiye. Bi fikira  jinê şirove pêş dixwe, vê fikirê bike gerdonî û tenê di asta fikra jina Kurd de nemîne.

Ev malper bi zimanê Farisiye û taybet ji bo Îranê û zimanê hevbeş ê gelên Îranê ye. Sedemê hilbijartina zimanê fermî yê malperê ew e ku, sûd gihandina hemû neteweyên li Îranê ye. Wê bi awayê heftane mijarên wê bên belavkirin.

Jineolojî zanista jin û civakê ye, di vê malpera jinan de wê bûyerên ku li ser jinan di nava civakê de pêktên bê dayîn.

Mijarên wek; mîtolojî, zanist, ol, felsefe, beşên siyasetê, ekolojî, demografya, etnîk-estetik, aborî, perwrede û tendirûstî  wê di malperê de cihê xwe bigrin. Wê ev mijarane hemû bi çavên jinan werin şîrove kirin