Goran û YNK: Herêma Behdînan ketiye bin destê MÎT û PDK’ê jî piştgirî dide

Tevgera Goran û YNK’ê li Behdînan diyar kirin ku dewleta Tirk li herêma PDK’ê baregehên xwe zêde kirine, herêm ketiye bin destê MÎT’a Tirk û bi piştgiriya PDK’ê tev digerin.s

Goran û YNK: Herêma Behdînan ketiye bin destê MÎT û PDK’ê jî piştgirî dide
16 nîsan, 2018   08:00

NAVENDA NÛÇEYAN

Ji bo wergirtina cenazeyê sê birayên di encama bombebarana dewleta Tirk a dagirker de şehîd bûyîn, malbatên wan ji dewleta Tirk destûr xwestin. Piştî 7 rojan malbatan bi destûra leşkerên Tirk kariyan cenazeyên xwe ji herêmê werbigrin. Li ser vê bûyerê berpirsên Tevgera Goran û YNK’ê yên Şeledizê ji RojNews re axivîn.

Berpirsê Tevgera Goran yê Dihokê Mueyed Ehmed li ser rewşa welatiyên herêma Behdînan axivî. Ehmed balkişand  ser rewşa xirab  a welatiyan û got,“Rewşa jiyana welatiyan gelek xirab e, ji neçariyê diçin çiyan bi hatina Biharê re ji bo debara xwe giya kom dikin. Lê mixabin karesatên bi vî awayî bûye sedem ku rewş xirab bibe.”

Ehmed diyar kir ku ewên li vê herêmê xwe wek hikûmet dizanin tu helwestek a wan nîne. Ehmed got ku dewleta Tirk xwe kiriye xwediyê herêma di bin kontrola PDK’ê de û wiha pêde çû,“Xelik nizane bikuve biçe, li  herêma PDK’ê nêzîkî 20 baregehên leşkerî yên Tirkiyê hene. Di hemû baregehan de jî çekên giran hene. Ev xwe dispêre wê yekê ku peywendiya xwe bi berjewendiyên PDK’ê ve heye. Xelik jî di bin qurbanê berjewendiyên binemala Barzanî.”

Herwiha Ehmed bal kişand ser liv û tevgera MÎT’a Tirk jî û got; “MÎT’a Tirk desthilatiya van deverane dike, hebûna dewleta Tirk a li vê deverê ber bi zêdebûnê ve diçe. Welatî ji vê yekê gelek ditirsin, welatî dibêjin niyeta Tirkiyê dagirkirina Kurdistanê ye. Ya ji hemûyan nexweştir ew e ku, partiyek Kurd weke PDK’ê li gel dewleta Tirkiyê ye.”

Berpirsyarê komîteya Yekitiya Nîştimana Kurdistanê (YNK) yê Şêladizê Ferec Rêkanî jî divê derbarê de axivî û got,“Li vê herêmê desthilatdariya dewleta Tirk gelek zêde bûye, baregehên leşkerî jî zêde dibin.”

Di dawiyê de Rêkanî got ku tiştên leşkerên Tirk dike ji bo piştgiriya PDK’ê ya li van navçeyane.

(kc)