Koçberê ji Idlibê: Efrîn cihê ewlekarî û aramiyê bû

Ji Idlibê koçber bû û aramiya xwe li Efrînê dît. Dema Artêşa Tirk û çeteyên wê êrîşî Efrînê kir, bi şêniyên Efrînê re berê xwe da Şehbayê.

Koçberê ji Idlibê: Efrîn cihê ewlekarî û aramiyê bû
Koçberê ji Idlibê: Efrîn cihê ewlekarî û aramiyê bû
Koçberê ji Idlibê: Efrîn cihê ewlekarî û aramiyê bû
Koçberê ji Idlibê: Efrîn cihê ewlekarî û aramiyê bû
16 nîsan, 2018   07:33

CEFER CEFO-ROZANE DADO / ŞEHBA

Welatiyê bi navê Besam Ebdulrezaq ê ji gundê Tilade ya Idlibê, 5 sal berê ji ber çeteyên Cebhet El-Nusra mala xwe terik kir û koçî kantona Efrînê bû. Piştî Artêşa  Tirk a dagirker kantona Efrînê dagir kir, bi şêniyên Efrînê re berê xwe da kantona Şahbayê. Besam li bendê ye Efrîn rizgar bibe û careke din tevî gel vegerê Efrînê.

Besam Ebdulrezaq tevî malbata xwe ku ji deh kesan pêk dihat 5 sal berê hat kantona Efrîn û li gundê Dêwa ya navçeya Cindirêsê bi cih bû. Ji ber çeteyên Cebhet El-Nusra reviya û ewlekariya xwe li kantona Efrînê dît.

Ebdulrezaq tevî malbata xwe 5 salan li gundê Dêwa jiyan kir, di xebatên çandiniyê de kar kir, ji xwe re parçeyek erd kirê kir û di çandiniya zebzeyan û xwedîkirina sewalan de xebitî.

Piştî Artêşa Tirk û çeteyên wê êrîşî Efrînê kirin, Ebdulrezaq tevî malbata xwe neçar bû careke din koçber bibe. Vê carê jî bi şêniyên Efrînê re berê xwe da kantona Şehbayê û hemû mal û milkên xwe yên li Efrînê li pey xwe hişt. Sed serî pezê Besam Ebdulrezaq hebû, zêdeyî nîvê pezê xwe li gundê Dêwa hişt, ji ber topbaran û bombebaran gelekî dijwar bû, derfeta wî çênebû pez giştî bîne.

Besam niha jî li navçeya Fafînê ya kanotna Şehbayê bi kurê birayê xwe re di konekî de jiyan dike, li Şehbayê jî sê hîktar ceh bi miqdara 600 hezar lîreyên Sûriyê kirê kir, da ku pezê xwe yê xilas kiriye tê de biçêrîn e. Her roj di saetên sibê de pezê xwe diçîrîne, ji şîrê wan jî penêr çêdike û li sûka navçeyê difroşe.

Welatiyê ji Idlibê Besam Ebdulrezaq piştî ku ji Efrînê derket gelek zirar gihişt wî. Derbarê zirarê de jî got ku mewsimê wî yê çandiniyê ma, her wiha nîvê pezê wî ma, ji ber çêre nîne, ew neçar bûye erd kirê bike.

Ebdurlezar da zanîn ku ew li Efrînê pir bi aramî jiyan dikin û kêfxweş bûn. Besam Ebdulrezaq got ku ew di wê baweriyê de ne wê Efrîn rizgar bibe û ew ê bi gelê Efrîn re vegere.

(dc)

ANHA