Şêniyên Efrînê: Heta ala dagirkeran hebe, em ê venegerin

Şêniyên kantona Efrînê yên li gundê Til Sosîn a herêma Şehbayê dimîn in, diyar kirin ku heta ala dewleta Tirk a faşist li ser Efrînê bilind bibe ew ê venegerin û gotin ku ew ê ji derveyî Efrîna azad tu riyan qebûl nekin.

Şêniyên Efrînê: Heta ala dagirkeran hebe, em ê venegerin
16 nîsan, 2018   06:36

CEFER CEFO-ROZANA DADO / ŞEHBA

Şêniyên kantona Efrînê yên li gundê Til Sosîn a herêma Şehbayê dimînin, derbarê dagirkeriya dewleta Tirk a Efrînê ji ajansa me re axivîn.

Welatiyê bi navê Mustefa Ehmed derbarê mijarê  wiha axivî, "Vegera me ya Efrînê bi şeref û rumeta me ve girêdayî ye. Lewma madem ala dewleta Tirk a faşist li ser avahiyên Efrînê bilind bibe û dagirker li wir hebin, em ê  venegerin Efrînê. Dema hêzên me pêşwaziya me bikin, em ê bi serbilindî vegerin û wê Efrîna me ji çeteyan hatibe rizgarkirin."

Welatiyê bi navê Remedan Îbo jî derbarê mijarê de ev tişt anî ziman,"Dagirkeriya Tirk û çeteyên wê malên me wêran kirin. Hemû tiştên me dizîn û talan kirin. Nêzîkatiya wan bi sivîlan re gelekî xirab e. Ji ber vê yekê em ê nikaribin vegerin. Heta dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li Efrînê bin, em ê veneger in. Ji ber jiyana sivîlan di xeterê de ye. Heger em behsa vegerê bikin, wê demê ji destpêkê de dema Efrîn dagirkirin, em dernediketin. Dema şervanên me Efrîn rizgar kirin, em ê bi serbilindî vegerin warê xwe."

Welatiya bi navê Meyase Hiso jî derbarê mijarê ev tişt anî ziman, "Em gelekî ji aştiyê hez dikin, ji bo wê tekoşîn dikin. Me ji bo aştiyê gelek fedekarî da. Em li bendê ne ku Efrîn rizgar bibe. Em di wê hêviyê de ne. Heta Efrîn bi destê şervanên me rizgar nebe, em ê veneger in. ji ber dema ala dewleta Tirk û çeteyê wê li wir be, ewlekarî li ser jiyana me nîne. Tenê dema şervanên me pêşwaziya me bikin, em ê bi serbilindî vegerin malên xwe."

 Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê di 20'ê çile de êrîşî Efrînê kirin. Di encamê de bi sedan welatiyên sivîl şehîd bûn û birîndar bûn, her wiha welatî neçar bûn malên xwe terik bikin.

(dc)

ANHA