Gelo plana dewleta Tirk li Efrîn û Idlibê çi ye?

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê derbarê plana wan li Efrînê û Idlibê yên Sûriyê li Izmîrê civiyan.

Gelo plana dewleta Tirk li Efrîn û Idlibê çi ye?
Gelo plana dewleta Tirk li Efrîn û Idlibê çi ye?
Gelo plana dewleta Tirk li Efrîn û Idlibê çi ye?
16 nîsan, 2018   06:54

EFRÎN

Çavkaniyan raghandin ku civîn bi amadebûna efserên artêşa Tirk a dagiker û çeteyên ku Efrîn dagir kirin, çeteyên ji Idlibê, nûnerên Ixwan Muslimin(Birayên Musliman), çeteyên Ehrar El-Şam, Feyleq El-Şam û Tevgera Islamî ya Kurdî bi serokatiya çeteyê bi navê Abdullah El-Kurdî hate lidarxistin.

Çavkaniyan destnîşan kirin ku di civînê de biryar hate girtin ku li Efrînê sîstemekî Islamî wekî li Tirkiyê, wê were meşandin.

Herwiha dagirkeran û çeteyan di civînê de li hev kirin ku wê meclîsa şaredariyê ya Efrînê were avakirin û serokê wê pêwîste kesekî kurd û musilman be. Her wiha endamên ENKS`ê yên ku hevkarên dewleta Tirk in û çeteyên Abdullah Kurdî wê di meclîsa şaredariyê de bixebitin.

Derbarê Idlibê de jî, heman çavkaniyan gotin ku di civînê de hate nîqaşkirin  Cebhet El-Nusra were tesfiyekirin û hêza wê were kêmkirin. Lê ji aliyekî din ve jî, Cebhet El-Nusra li Idlibê her ku diçe xurtir dibe.

Di heman demê de, çavkaniyan îdîa kirin ku  biryar hatiye girtin ku kuʺHêzeke Niştimanîʺku bibe sîwana hemû komên çete, were avakirin.

Di dawiya civînê de, hate raghandin ku hikumeta rojava û bakurê Helebê ku ji Hikumeta Inqaz û Demkî pêk tê, wê herêmê bi serokatiyeke yekbûn  birêve bibin. Herwiha meclîsên her du hikumetan jî wê bibin yek meclîs û endamên xwe jî wê piranî ji Ixwan Muslimin û Radîkalî bin.

Heman çavkaniyan gotin ku armanc ji pêkanîna sîstema Ismalî ew e ku têkiliya bi dewleta Tirk a dagirker re mayîn de be.

(kc)

ANHA