Rûsya û Şamê têkildarî êrîşê daxuyanî da

Rûsyayê têkildarî mûdaxeleya DYA, Fransa û Îngîltere ya ji bo Sûriyeyê daxuyanî da. Moskova got ‘êrîş wê bê bersiv ne mîne’. Rêveberiya Şamê jî ragihand ku beriya êrîşê hemû baregehên leşkerî vala kirîbûn.

Rûsya û Şamê têkildarî êrîşê daxuyanî da
14 nîsan, 2018   05:55

NAVENDA NÛÇEYAN

Wezareta Parastinê ya Rûsyayê ragihand ku di êrîşa şevê din de baregehên hewayî û deryayî yên Rûsya ên li Sûriyeyê  nebûye hedef.

Di daxuyaniya Wezareta Parastinê de wiha tê gotin; “Moşekên ku DYA û muttefikên wê şandin yek ji wan jî derbasî herêma bi berpisyartiya sîstema parastinê ya Rûsya   ya ku Tartûs û Hmeymîm diparêze nebûye.”

Li aliyê din rêveberiya Şamê ragihand ku beriya êrîşê ji Rûsyayê hişyarî wergirtine û baregehên xwe vala kirine.

Rayedarekî Sûriyeyê ji Ajansa Nûçeyan a Reuters re axivî û wiha got; “Beriya êrîşê ji Rûsan me hişyarî wergirt û hemû baregehên leşkerî beriya çend rojan me vala kirin. Nêzî 30 moşek hatin avêtin û 1 ji sêyan jî hate îmhakirin.”