Amerîka, Birîtanya û Fransa dest bi êrîşên li dijî rêjîma Sûriyê kirin

Hat ragihandin ku, Amerîka, Brîtanya û Fransa hejmarek çekên kîmyayî û navendeke lêkolînên zanistî ya Sûriyê li Şamê armanc kir.

Amerîka, Birîtanya û Fransa dest bi êrîşên li dijî rêjîma Sûriyê kirin
Amerîka, Birîtanya û Fransa dest bi êrîşên li dijî rêjîma Sûriyê kirin
Amerîka, Birîtanya û Fransa dest bi êrîşên li dijî rêjîma Sûriyê kirin
Amerîka, Birîtanya û Fransa dest bi êrîşên li dijî rêjîma Sûriyê kirin
14 nîsan, 2018   04:39

NAVENDA NÛÇEYAN

Êrîş 50 deqeyan pêk ha. Serokê Amerîkayê ji Koşa Spî derbarê mudaxaleya Sûriyê de biryar da û got "bin emrê êrişê."

Rayedaran ji Koşka Spî piştî daxuyaniya Trump ragihand ku Wezîrê Parastinê piştî 50 deqeyan dê civîneke çapemeniyê li dar bixe.

Wezîrê Parastinê yê Birîtanya eşkere kir ku 4 balefirên Tornado di êrîşa asmanî de beşdar bûne û ew hewl didin di êrîşan de ti kesekî sivîl nebe qurbanbî. 

Wezîrê Parastinê yê Amerîka her weha ragihand Qonaxa yekem ya êrîşê bidawî hatiye.

Mûdîrê Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê Ramî Ebdulrehman ji AFP‘ê re ragihand ku êrîşa koalîstyona rojavayê navenda lêkolînên zanistî û bargehên leşkerî, Furqeya 4 a Şamê û derdora wê armanc kir.

Telefizyona Fermî ya Sûriyê jî ragihand ku êrîş Navenda Lêkolînên Zanistî li Berzayê ya bakurê rojavayê Şamê hate hedefgirtin.

Rojnamevanên girêdayî rêjîma Sûriyê jî gotion ku êrîş bargehên milîsên Hizbullah hedef kirin.

ANHA