ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 14- 04 -2018

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 14- 04 -2018
14 nîsan, 2018   04:00

*Dê qonaxa duyemîn a Berxwedana Serdemê ya şervanên YPG/YPJ'ê û gelê Efrînê were şopandin.

*Dê hemû çalakî, meş û xwepêşandanên ji bo piştgiriya berxwedana Efrînê û şermezarkirina êrîşên dewleta Tirk û çeteyên wê yên li Bakurê Sûriyê û cîhanê têne lidarxistin, wê werin şopandin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

*Endamê Rêveberiya Komîteya Têkîliyên Dîplomatîk a Kantona Efrînê Ebdulrehman Selman got ku ENKSʹê hewl dide bi riya daxuyaniyan xwe bi gelê Efrînê xweş bike. Selman bang li gelê Efrînê kir ku bi derewên dagirkeriya Tirk neyên xapandin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

*Li dijî hişmendiya netewdewlet a ziman û çanda kêmnetewan dihelîne, li Rojavayê Kurdistan û Bakûrê Suriye yê di dibistanan de perwerde bi hişmendiyek pirzimanî, pirnetewî û bihevre jiyankirinê tê dayîn. Rêvebera Dibistana Seretayî ya Salih Ebdê Eyn Heyat Ebas diyar kir ku ew hişmendiya biratiya gelan di zarokan de didin çandin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

*Şêniyên navçeya Dirbêsiyê tecrîda li ser Ocalan şermezar kirin û dane zanîn ku ramanên Ocalan riya gelan ronî kir. (BI WÊNE Û DÎMEN)

HEVPEYVÎN

*Şîrovekarê siyasî Kamîran Kolebî diyar kir ku tevgera artêşa Tirk li Başûrê Kurdistanê ne nû ye û bi avakirina PDKʹê re dest pê kir. Her wiha anî ziman ku lidarxistina kongreya neteweyî ya gelê Kurd bersiva herî guncaw li hember dagirkeriyê ye. (BI WÊNE Û DÎMEN)

JIN

*Endama Rêveberiya Kongreya Star Welîde Botî got ku ew ê hemleya xwe bidomînin heta Efrîn ji dagirkeriya Tirk rizgar dibe û bang li tevahîjinan kir ku beşdarî vê hemleyê bibin da dengê jina azad bigihêje cîhanê. (BI WÊNE Û DÎMEN)

CIVAK Û JIYAN

*Hevseroka Meclîsa Rêveber a Rêveberiya Sivîl a herêma Tebqayê destnîşan kir ku dewleta Tirk bi qutkirina ava çemê Firatê, jiyana bi dehan sivîlan dixe xetereyê. (BI WÊNE Û DÎMEN)

*Li noqteyên tenduristiyê yên ku li Kantona Şehbayê hatine vekirin derman û alavên tenduristiyê kêm in. Heyva Sor a Kurd banga alîkariya lezgîn dike. (BI WÊNE Û DÎMEN)

DOSYA

*Di civîna ji aliyê AKP û MÎT’ê ve li Dîlokê hate lidarxistin û li ser pêşniyara rêveberên Partiya Yekitî ya di nava ENKS’ê de Îbrahîm Biro û Fuad Elîko weke Serokê “Meclîsa Xilasiya Efrînê” Hesen Şindî hat tayînkirin. Derket holê ku wî teqîna ku di 26ʹê Kanûna 2013’an de li Garaja Efrînê de pêk hat plan kiriye. Di encama teqînê de 4 sivîlan jiyana xwe ji dest dan û gelek sivîl jî birîndar bûn.

ANHA