Careke din av gihîşt herêma El-Kesrat a Reqayê  

Komîteya Avê ya girêdayî Şaredariya Gel a Reqayê, piştî xebata ku sê mehan dewam kir, ava vexwarinê û ya çandiniyê gihand herêma El-Kesrat a Reqayê.

Careke din av gihîşt herêma El-Kesrat a Reqayê  
Careke din av gihîşt herêma El-Kesrat a Reqayê  
Careke din av gihîşt herêma El-Kesrat a Reqayê  
Careke din av gihîşt herêma El-Kesrat a Reqayê  
Careke din av gihîşt herêma El-Kesrat a Reqayê  
Careke din av gihîşt herêma El-Kesrat a Reqayê  
13 nîsan, 2018   08:37

REQA

Piştî ku ceyran gihîşt pombeyaʺReqa 2ʺ, Komîteya Avê av gihand kenalên ava çandinî û ya vexwarinê ya herêma El-Kesrat.

PombeyaʺReqa 2ʺ beşek ji taxên Reqayê û herêma El-Kesrat bi av dike. Her wiha zêdetirî 10 hezar  donim axa çandiniyê bi av dike.

Cotkarê bi navê Mihemed Hemze derbarê mijarê de got ku ew wekî herêma El-Kesrat bi awayekî esasî debara xwe ya jiyanê li ser çandiniyê dikin. Hemze derbarê gihandina avê li herêma El-Kesrat spasiya Meclîsa Sivîl a Reqayê kir.

Ji aliyekî din ve jî şêniyên herêma El-Kesrat spasiya Komîteya Avê ya Şaredariya Gel kirin.

(kc)

ANHA