El-Maşî: Gel destûr nade ku dewleta Tirk Minbicê dagir bike

Farûq El-Maşî da zanîn ku gelê Minbicê tu carî destûr nade ku artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê kiryarên DAIŞʹê dubare bikin. 

El-Maşî: Gel destûr nade ku dewleta Tirk Minbicê dagir bike
13 nîsan, 2018   04:24

KARMÎRAN XOCE – SELWA EBDULREHMAN/MINBIC

Hevserokê Meclîsa Zagonsaz a Rêveberiya Sivîl a bajarê Minbicê Farûq El-Maşî derbarê gefên dewleta Tirk a dagirker ên dagirkirina Minbicê de, ji ANHAʹyê re axivî. 

El-Maşî diyar kir ku ji dema rizgarkirina Minbicê ji aliyê QSDʹê ve Erdogan gefa dagirkirina Minbicê dixwe û da zanîn ku armanca ji vê yekê parçekirina civaka Minbicê ye. El-Maşî wiha got, ʺWek gelê Bakurê Sûriyê em neteweya demokratîk esas digirin, Lê ji ber ku dewleta Tirk a dagirker komên çete şandin Sûriyeyê em neçar man ku çekê hilgirin û welatê xwe biparêzin.ʺ 

Derbarê serdana şandeya hêzên koalisyona navneteweyî de jî El-Maşî ev wiha axivî, ʺŞandeya hêzên koalisyonê serdana herêmên di navbera hêzên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê û artêşa Tirk a dagirker kir. Ev gaveke erênî bû. Di serdanê de mijarên girîng wekî parastina bajarê Minbicê li hember êrîşên dagirkeriya Tirk hatin nîqaşkirin.ʺ

El-Maşî di dewama axaftina xwe de ev pirs kir, ʺDewleta Tirk li ku derê bû dema ku çeteyên DAIŞʹê ciwanên me bi darve dikirin?.ʺ

El-Maşî di dawiya axaftina xwe de wiha got, ʺBaweriya me heye ku Meclîsa Leşkerî ya Minbicê destûr nade ku dewleta Tirk Minbicê dagir bike.ʺ  

(mm)

ANHA