ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 13- 04 -2018

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 13- 04 -2018
13 nîsan, 2018   04:00

*Dê qonaxa duyemîn a Berxwedana Serdemê ya şervanên YPG/YPJ'ê û gelê Efrînê were şopandin.

*Dê hemû çalakî, meş û xwepêşandanên ji bo piştgiriya berxwedana Efrînê û şermezarkirina êrîşên dewleta Tirk û çeteyên wê yên li Bakurê Sûriyê û cîhanê têne lidarxistin, wê werin şopandin. ( BI WÊNE Û DÎMEN)

*Gundê Xalt yê navçeya Şêrawa ji ber êrîşên dagirkeriya Tirk bi temamî hat rûxandin. Li gund gelek sivîl şehîd. Gelek dayîk û bavan zarokên xwe wenda kirin û gelek zarok sêwî man. (BI WÊNE Û DÎMEN)

*Şêniyên Kantona Efrînê yên ku ji ber êrîşên dagirkeriya Tirk berê xwe dan gundê Ziyaretê yê navçeya Şêrawa gotin ku kesên têkîliyên wan bi dagirkeriya Tirk re hene, tenê nûnertiya xwe dikin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

*Welatiya ku şahidiya Berxwedana Serdemê kir, kêliyên berxwedanê vegotin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

*Nûnerên êlên Ereb û kesayetên herêma Tebqayê diyar kirin ku ew meclîsa ku dagirkeriya Tirk li Efrînê ava kiriye qebûl nakin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

DOSYA

*Di daxuyanî û kiryarên rêveberên giştî ya Partiya Yekitî ku di nava ENKS’ê de ne, ji destpêka Şoreşa Rojava heta niha dijminatiya li hemberê nûnerên Bakûrê Sûriyê berdewam dike, di pêvajoya êrîş û dagirkirina Efrînê de, bi piştgiriya xwe ya komên çete yên girêdayên dewleta Tirk re derket asta xiyanetê. (BI WÊNE Û DÎMEN)

POLÎTÎKA

*Farûq El-Maşî da zanîn ku gelê Minbicê tu carî destûr nade ku artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê kiryarên DAIŞʹê dubare bikin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

*Rûspiyên êlên navçeya Zirganê destnîşan kirin ku hevpeymanên dewletên cîhanê ji bo dagirkirina Kantona Efrînê şermezar kirin û gotin ku armanca ji avakirina meclîsa Entabê rewakirina dagirkeriya Tirk e. (BI WÊNE Û DÎMEN)

ANALÎZ

*Trump li ser hesabê xwe yê Twitterê da zanîn ku êrîşa li ser Sûriyeyê nêze. Pûtîn jî bersiv da û got ku divê nakokiyên navneteweyî bi zimanê mejî bêne çareserkirin. 

 CIVAK Û JIYAN

*Zevî û baxçeyên herêma Dêrikê ku rojane 80 ton sebze berhem dide, dibe hedefa guleyên artêşa Tirk  û gel nikare xebatên çandiniyê li nava redan bidomîne. (BI WÊNE Û DÎMEN)

*Ji ber rewşa dijwar a ku gelê Kantona Efrînê li Kantona Şehbayê dijî û paşguhkirina rêxistinên mirovî, du zarokên bi şîr jiyana xwe ji dest dan. (BI WÊNE Û DÎMEN)

*Komîteya Avê ya girêdayî Şaredariya Gel a bajarê Reqayê piştî xebata 3 mehan, ev gihand herêma başûrê çemê Firatê. (BI WÊNE Û DÎMEN)

ANHA