Êlên Ereb: Em meclîsa çeteyan tu carî qebûl nakin

Nûnerên êlên Ereb û kesayetên herêma Tebqayê diyar kirin ku ew meclîsa ku dagirkeriya Tirk li Efrînê ava kiriye qebûl nakin. 

Êlên Ereb: Em meclîsa çeteyan tu carî qebûl nakin
13 nîsan, 2018   05:25

EBDULREZAQ ZEKERIYA / TEBQA

Piştî ku artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê Kantona Efrînê dagir kirin, li bajarê Entabê meclîsek hat avakirin da siyaseta koçkirina gel bi darê zorê û guhertina demografiyê li Kantonê bide meşandin. Ev ji bijî dewleta Tirk ji tu aliyan ve nehat qebûlkirin.

Derbarê mijarê de, rûspiyê êla Begara ya herêma Tebqayê Ebdullah Mudehî wiha got, ʺMeclîsa ku li Entabê hatiye avakirin nûnertiya şêniyên rasteqîn ên Efrînê nake. Endamên meclîsê çete ne û rasterast girêdayî dewleta Tirk e. Erka yekem a vê meclîsê rewakirina dagirkeriya Tirk bû.ʺ

Rûspiyê êla Wilde Ehmed Ewad Hisên  jî anî ziman ku Efrîn beşek ji axa Sûriyê ye û wê ji gelê Efrînê re bimîne. 

Hisên diyar kir ku ew vê meclîsê tu carî nas nakihn û wiha axivî, ʺJi bilî Rêveberiya Xweseriya Demokratîk ku nûnertiya Efrînê û gelê azad dike, em tu meclîsan qebûl nakin.ʺ

(mm)

ANHA