Sersaxî ji malbatên 23 şehîdên Berxwedana Serdemê hat xwestin

Meclîsa Malbatên Şehîdan a Kantona Şehbayê serdana sersaxiyê ji bo 23 şehîdên Berxwedana Serdemê li dar xist.

Sersaxî ji malbatên 23 şehîdên Berxwedana Serdemê hat xwestin
Sersaxî ji malbatên 23 şehîdên Berxwedana Serdemê hat xwestin
Sersaxî ji malbatên 23 şehîdên Berxwedana Serdemê hat xwestin
Sersaxî ji malbatên 23 şehîdên Berxwedana Serdemê hat xwestin
Sersaxî ji malbatên 23 şehîdên Berxwedana Serdemê hat xwestin
Sersaxî ji malbatên 23 şehîdên Berxwedana Serdemê hat xwestin
12 nîsan, 2018   17:37

ŞEHBA

Bi sedan şêniyên herêma Efrînê û malbatên şehîdên li kampa Berxwedan serdana sersaxiyê ji bo 23 şervanên QSD/YPG/YPJʹê ʺEbû Hesen Efrînî, Ceger Henan, Yûsif Reşîd, Bekir Osman, Munzir Bekir, Seîd Hesen, Şêrwan Kurd, Ehmed Cinêd, Ehmed Umer, Hawar Oso, Ferzende Xelîl, Mustefa Menan, Dunya Ebdo, Esed Horo, Osman Osman, Kinco Şebabo, Ebdulrehman Dawûd, Mihemed Ebdo, Mihemed Mihemed, Mêrxas Xerîb, Ferîd Misto û Mihemed Seydoʺ ku di Berxwedana Serdemê de şehîd bûne re, li dar xistin.   

Serdana sersaxiyê bi deqeyek rêz dest pê kir. Piştre bi navê Kongreya Star Fatma Lekto, bi navê Meclîsa Malbatên Şehîdan Mihemed Welo û Hevserokê Desteya Rêveber TEV-DEMʹê Aldar Xelîl axivîn.  

Axêveran sersaxî ji malbatên şehîdan re xwestin û dane zanîn ku cangoriyên azadiyê ji bo parastina Efrînê canê xwe feda kirin. Her wiha gotin ku divê gel xwedî wê baweriyê be ku axa Efrînê ya bi xwîna şehîdan hatiye avdan, tu carî nayê dagirkirin û bal kişandin ser girîngiya domandina berxwedanê. Di dawiya axaftinan hat diyarkirin ku dê Efrîn bi têkoşîna QSDʹê bi ser bikeve û soza şopandina riya şehîdan hat nûkirin.

(mm)

ANHA